Nuçe

Li herêma erdhejê 650 hezar kes di konteyneran de…

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapora Serokatiya Budce û Stratejiyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, li herêma erdhejê niha 650 hezar û 71 kes di konteyneran de dijîn.

Serokatiya Budce û Stratejiyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê herêma erdhejê de Rapora Bipêşveçûn û Jinûveavakirinê ya Erdhejên Mereş û Hatayê amade kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku li herêma erdhejê bi giştî 395 bajarên konteyner hatine avakirin.

144 hezar konteyner li bajaran û 70 hezar jî li derveyî bajaran hatine danîn.

Bi giştî di 214 hezar konteyneran de 650 hezar kes dimînin.

Li gorî raporê, hejmara herî zêde ya ku li konteyneran dimîne li parêzgehên Hatay, Semsûr, Meletî û Mereşê ye.

Hat destnîşankirin ku heta niha 201 hezar û 431 daîre dane mexdûrên erdhejê û 189 hezar û 814 xwediyên avahiyan jî li bendê wan in.

Li parêzgehan hejmara bajarên konteyner û kesên dimînin bi vî rengî ye:

Hatay: 204 bajarên konteyner – 171 hezar û 54 kes

Semsûr: 55 bajarên konteyner – 69 hezar û 770 kes

Meletî : 75 bajarên konteyner – 80 hezar û 485 kes

Mereş: 41 bajarên konteyner – 52 hezar û 493 kes

Dîlok: 11 bajarên konteyner – 16 hezar û 601 kes

Osmaniye: 4 bajarên konteyner – 7 hezar û 82 kes

Amed: 1 bajarê konteyner – 1546 kes

Xarpêt: 1 bajarê konteyner – 812 kes

Edene: 1 bajarê konteyner – 60  kes

Riha: 1 bajarê konteyner – 10 kes

Kilîs: 1 bajarê konteyner – 3 kes



Source link