Li Herêma Kurdistanê Projeyek Siyasî Hevbeş Bo Piştgîriya Rojava Tune Ye
Mala Bextiyar, kesayetiyê siyasî û endamê berê yê berjewendiyên bilind yên Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK)ê, ji Dengê Amerîka re got “Li Rojava yan divê rêkeftinek û hevgirtineke projeya siyasî ji bo çareserkirina kêşeyên Sûriyê yên demokratîk û mafên ku ew daxwaz dikin hebe, yan dê rûbirûyê pirsgirêkên mezin bibin.”
Bextiyar got, “Li Rojava îhtîmala şerê navxweyî tune ye, lê carinan pirsgirêkên siyasî û nakokiyên navxweyî ji şerê leşkerî metirsîdartir e.”
Di 23’ê Kanûnê de, Hevpeymaniya Navdewletî navbeynkariya civîna navbera aliyên nakokbar yên kurdên Rojava kir, piştî civînê, HSD û ENKS’ê ku her yek nûnertiya çend partiyên Rojava dikin, civîn erênî bi nav kirin û tekezî li ser berdewamiya civînên hevbeş ji bo gihîştina bi rêkeftinekê kirin.
Li gor pêzanînên Dengê Amerîka, çendîn kesayetiyên siyasî û serbixwe hewil didin ku daxwaz ji rêberê Partî Demokart (PDK)’ê Mesûd Barzanî bikin da ku ENKS ya ku nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)’ê tê dîtin neçar bike ku ligel HSDê rûnin û rêkeftinê çêkin.
Kurd bi tevayî dixwazin ku di dema niha de li Sûriyê helwesta siyasî yekgirtî hebe û bi hevre herin Şamê bi desthialta nû ya Sûriyê ku Ehmed Şeraa rêbertiya wê dike diyalogê pêk bînin.
Mela Bextiyar got, “Pirsgirêk ne tenê ew e ku li Rojava lihevkirinek di navbera ENKS û PYD de tune ye, pirsgirêk ew e ku li Başûrê Kurdistanê jî projeyeke hevpar a ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê tune ye, berê li başûr û rojava xeletî hebûn lê divê bikin qurban qunaxa niha. Divê nakokiyan bidin alekî û xwe amade bikin bo qunaxa piştî 1’ê Adarê, dema ku pêvajoya demokratîk û Rêvebirî û nivîsandina destûrê destpê dike.”
“Divê Kurd di nava xwe de li hev bikin û vê derfetê ji dest nedin û li ser mafên xwe yên di nava Sûriyeya demokratîk de israr bikin. Divê Herêma Kurdistanê piştevan be û wan bi teşwîq bike ku di navbera aliyan de lihevkirinek çêbibe, heta bi Tirkiyê re bikevin danûstandinan û şer çê nebe, eger na dê kurd gelek zrarê bibînin.” Bextiyar got.
Heta niha, her çend desthilata nû ya Sûriyê bi serokatiya Ehmed El Şeri’ xwedî helwesteke erênî ye li hember kurdên Rojava, Şeri’ di peyamekê de got ku kurd beşek ji Sûriyê ne û dê ligel HSD’ê danûstandinan bikin û pirsgirêkan bi aştiyane çareser bikin, lê gelo dê di siberojê de kurd li Sûriyê bikevin di metirsiyê de.
Di berdewamiya axaftina xwe de Bextiyar got “Ez kêfxweş im ku Kurdan ji Rojava piştgirî heye, lê em ji bîr nekin ku piştî Peymana Sevrê (Sîverê) di bin zexta Kemalîzmê de Sêvre veguherî Lozanê û li jêr zexta Tirkiyê hevpeyman ji daxwaza mafên Kurdan vekişiyan.”
“Pêwîste kurd qonaxa pêşî ji bo diyaloga siyasî nerim be û projeya siyasî ya yekgirtî pêş bikeve. Qonaxa duyemîn piştî 1’ê Adarê dest pê dike ku qonaxa felsefeya siyasî, rêveberiya rastîn û peymana siyasî ya nivîsandina destûrê ye,” Mela Bextiyar got.