Nuçe

Li Kelarê bûyereke sosret: Jinekê penîsê mêrê xwe…

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê jinekê penîsê (kîr) hevjînê xwe jê kir.

Birêvebirê Nexweşxaneya Şehîd Hejar diyar kir ku bûyer ji ber pirsgirêkên malbatî qewimiye.

Birêvebirê Nexweşxaneya Şehîd Hejar a li Kelarê ji Rûdawê re got:

“Zilam 43 salî ye, jinikê bi kêrê û bi awayekî temamî endamê nêrîniyê yê hevjînê xwe jê kiriye û endamê wî bi awayekî cuda anîne nexweşxaneyê.”

Birêvebirê Nexweşxaneya Şehîd Hejar amaje bi wê yekê jî kir ku midaxeleyên destpêkê ji bo wî hatine kirin û got:

“Ji bo dermankirina zêdetir ew sewqî nexweşxaneya Silêmaniyê hatiye kirin.”

Li gorî gotina çavkaniyeke ji Birêvebiriya Polîsê Germiyanê, ew jin ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û derbarê bûyerê de dest bi lêpirsîn hatiye kirin.



Source link