Li Meletiyê erdhej çêbû | Rûdaw.net
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Mestikana Jêr a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,4 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Mestikana Jêr a Meletiyê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 18:41an çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,24 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.