Nuçe

Li Meletiyê qeza: Miriyek û 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeyeke parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di qezaya trafîkê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Çirmikê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê berê sibeha îro du otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristî û parastina sivîlan çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê çar kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Lê li nexweşxaneyê ligel hewlên bijîşkan yek ji birîndaran mir.



Source link