Li Mêrdînê kesek kuştî hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, zilamek li çolê kuştî hat dîtin.
Li gorî zanyariyan îro li gundê Badînayê yê navçeya Qoserê, gundiyan li çolê termek dît û wan tîmên tendirustiyê agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tensuristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Di lêkolîna tîmên tendirustiyê de hat tesbîtkirin kesekî bi navê Mahmet D. bi guleya ku li serê wî ketiye canê xwe ji dest daye.
Tîmên tenduristiyê termê Mahmut D. ji bo karên otopsiyê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.