Nuçe

Li Mêrdînê pevçûna malbatan: 3 kuştî, 7 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna malbatan de 3 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Selaxê yê navçeya Artukluyê du malbat ji ber sedemeke ku nayê zanîn pev çûn.

Di pevçûnê de 3 ji wan bi giranî 10 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê.

3 birîndarên ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin canê xwe ji dest da.

Her wiha cendirmeyan li herêmê tedbîrê ewlehiyê wergirtin û ji bo girtina kesên ku tevlî pevçûnê bûne xebat hat destpêkirin.



Source link