Nuçe

Li Mêrdînê qeza: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de  6 kes birîndar bûn.

Li navçeya Qoserê barhilgir û otomobîla ku nasnameya şofêrên wan hîn jî nehatine zanîn li hev qelibîn.

Di qezayê de Selim K. (36), Sultan K. (32), Halîme K. (11), Mehmet Emîn K. (9), Mehmet Alî K. (10) û Musa K. (1) birîndar bûn.

Sê ji birîndaran zarok in.

Li ser agahdarkirinê ekîbên agirvemirandin, Tenduristiya Bilez a 112yê û polîs çûn cihê qezayê.

Ekîban bi ambulansan birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Musa K. giran e.



Source link