Nuçe

Li Mereşê qeza: 3 mirî û 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Avşînê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 3 kesan mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Avşînê îro du otomobîl li hev qelibîn û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Hatiye diyarkirin ku şofêrê otomobîlekê û kesekî di heman otomobîlê de li cihê qezayê mir in.

Tîmên tenduristiyê 4 kesên birîndar birin nexweşxaneyên cûda.

Lê li gel hemû midexaleyan kesekî birîndar li nexweşxaneyê mir û hejmara kesên mirî gihîşt 3 kesan.



Source link