Nuçe

Li Moskowê êriş: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Moskowa paytexta Rûsyayê di teqînekê de kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bû.

Li gorî medyaya Rûsyayê, li apartmaneke luks a Moskowê îro saet derdora 11:00an bi bombeyê “êrişeke Sûîqestî” çêbû.

Ajansa fermi ya Rûsyayê TASSê li ser devê rayedarên tenduristiyê ragihand ku di teqîna îro  de “kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn” û rewşa birîndaran metirsîdar e.

Li gorî medyaya Rûsyayê, “di sûîqetê de” damezrînerê koma milîsên Arbat Batalyonê Armen Sarkisyan û parêzvanên xwe birîndar bûne.

Armen Sarkisyan ji bo şerê li dijî Ukraynayê koma milîsên Arbat Batalyonê ava kiribû.

Destpêkê medyaya Rûsyayê ragihand ku Sarkisyan di teqînê de hatiye kuştin lê paşê zelal kir ku ew rizgar bûye.

Ajansa Nûçeyan a Interfaxê jî ragihand ku “Sarkisyan li nexweşxaneyê ye û rewşa wî gelekî metirsîdar tê dîtin.”



Source link