Li Rihayê 2 otomobîl li hev qelibîn: 3 mirî, 2…
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 3 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 25 DF 691a bi şofêriya Halîl Acar û otomobîla bi plakaya 34 LG 5767a ku Hasan Aslan diajot li ser rêya gundê Yardimciyê li hev qelibîn.
Di qezayê de otomobîla ku Halîl Acar diajot qulibî.
Amar Baydil, Hasan Aslan û Alî Aslan li cihê bûyerê mirin.
Tîman birîndarên bi navê Abdulazîz Aslan û Îbrahîm Acar jî ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.
Derbarê qezayê dest bi lêpirsînê hat kirin.