Nuçe

Li Şamê şer û pevçûn gur dibin: Gelek kuştî û…

Hewlêr (Rûdaw) – Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed ragihand ku di şer û pevçûnên di navbera komên çekdar ên li hundir û derveyî bajarokê Ceremanayê yê Şamê de nêzikî 20 kes hatine kuştin û birîndar hene

Ji doh ve şer û pevçûnên li bajarokê Ceremanayê yê Şamê ku piraniya xelkê wê Durzî ne berdewam dikin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Şamê Dilxwaz Mihemed diyar kir kir ku di şer û pevçûnan de nêzikî 20 kesî ji hêzên asayîşa giştî û wan komên ku êrişî Ceremanayê û komên Durziyan ên wî bajarokê kirine hatine kuştin.

Nûegihanê Rûdawê her wiha da zanîn ku di şer û pevçûnan de çekên sivik û navendî û top tên bikaranîn.

Di encama topbarankirinê de li Ceremanayê sivîlek jî hatiye kuştin.

Li gorî nûçegihanê Rûdawê, ji bo aramkirina rewşê deriyên ketin û derketina Ceremanayê hatine girtin û qedexeya hat û çûnê hatiye ragihandin.

Li aliyê din, Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihandiye, “Navçeya Ceremanayê pevçûnên dem bi dem di navbera komên çekdar ên hundir û derveyî navçeyê de hatine dîtin ku bûye sedema kuştina û birîndarbûna çend kesan, di nav wan de endamên hêzên asayîşê hene.”

Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya welêt, yekîneyên hêzên asayîşa giştî bi piştgiriya hêzên Wezareta Parastinê çûne navçeyê ji bo dawîanîna pevçûnan, dorpêçeke ewlehiyê li dora navçeyê hatiye sepandin ji bo rêgirtina ji bûyerên wiha.

Wezaretê tekezî li ser dilgiraniya xwe kir ji bo şopandina wan kesên ku tevlî pevçûnan bûne, li gorî qanûnê derbarê wan lêpirsîna tê kirin

Her wiha Wezaretê dubare kir ku “lêkolîn berdewam in ji bo eşkerekirina nasnameya xwediyê wê tomara dengî ku heqaret li Mihemed Pêxember (s.x) dike ku hatiye wergirtin bi sûcdarkirina kesekî Durzî.

Ev jî bûye sedema aloziya ewlehiyê li Şamê û derdora wê û êrişkirina ser wê navçeyê ku piraniya şêniyên wê Durz in.”

Desteya Ruhanî ya Teyfa Misilmanên Yektaparêz a Durziyan a Ceremanayê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em di demekê de bi tundtirîn şêwe her destdirêjî û heqareteke li ser Pêxemberê birêz şermezar dikin.

Bi baweriya me ew tomara dengî ya ku di vê derbarê de hatiye çêkirin, karê fitneyê û çandina duberîkiyê ye di navbera zarokên yek nîştimanî de.”

Desteyê her wiha ragihand, “Em êrişa çekdarî ya bê sedem ya li ser bajarokê Ceremanayê şermezar dikin ku tê de çend cûre çekan hatine bikaranîn û welatiyên bêguneh kirine armanc.”

Desteya Ruhanî ya Teyfa Misilmanên Yektaparêz Durz ya Ceremanatê pê bawer e, “Parastina giyan û rûmeta û mal û milkê welatiyan ji hêsantirîn berpirsiyariyên dewlet û dezgehên ewlehiyê ne û desthilatdar bi temamî berpirsiyar in ji bûyera ku rû daye.”

Piraniya niştecihên bajarokê Ceremanatê ku dikeve başûrê rojhilatê Şamê, Durzî û Xirîstiyan in.



Source link