Li Sêwazê kesekî birayê xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê kesekî birayê xwe bi kêrê kuşt.
Li gor zanyariyan, li navenda bajarê Sêwazê di navbera xortê bi navê B.D. yê 16 salî û birayê wî Serdar Furkan Doganê 24 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştî demek ji nîqaşê B.D. birayê xwe da ber kêrê û bi giranî birîndar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan wî Serdar Furkan Doganê birîndar bir nexweşxaneyê.
Lê tevî hewldanên bijîşkan wî Serdar Furkan Dogan canê xwe ji dest da.
Hat zanîn ku B.D. jî piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.