Li Şirnex û Semsûrê du qeza, du mirî
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Şirnex û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê di du qezayên trafîkê de du kes mirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê barhilgira ku barê wê komir bû li taxa Cumhuriyetê qulibî.
Ajokarê barhilgirê F.A. di bin barhilgirê de ma û mir.
Termê ajokar sewqî mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat kirin.
Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin, piştî ku barhilgir hat rakirin dîsa vebû.
Qezaya li Semsûrê
Li navçeya Kolikê ya Semsûrê jî otomobîlekê li peyayekî xist û ew kuşt.
Dema ku Bilal Kurt (61) li ser rêya Semsûr û Kolikê dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe otomobîlekê lê xist.
Bilal Kurt li cihê qezayê mir û 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.
Şêniyên herêmê ji ber ku li wê derê gelek caran qeza rû didin xwenîşandan kir û wan rê girt.
Piştî demekê xwenîşandan xelas bû û rê dîsa hat vekirin.