Li Şirnexê qedexe hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 14 herêm wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatin ragihandin û çûna xelkê ya wan herêman 15 rojan hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, 14 herêmên parêzgeha Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basan û Elkê ji roja duşemê ve 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin û çûn û hatina xelkê qedexe ye.
Parêzgariya Şirnexê diyar kiriye ku qedexe 12ê Gulanê dest pê dike û heta 26ê Gulana 2025an berdewam dike.
Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku qedexe bi armanca “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe neçin herêmên qedexekirî.
Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta operasyonên leşkerî yên dijî gerîlayên PKKyê li Bakurê Kurdistanê berdewam qedexeya çûn û hatinê radigihîne û ev yek bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike.
