Nuçe

Li Tirkiyê Kîj Partî Herî Zêde Dikare Pirsgirêka Kurd Çareser Bike

Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum House, ji bo tespîtkirina nêrîna civakê ya li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd lêkolîn kir. Lêkolîn li 26 parêzgehên li herêma Kurdan û Tirkîyê bi 2 hezar û 28 kesên ku temenê wan 18 salî û mezintirin re pêk hat.

Di vê lêkolînê de pêşnîyarên çareseriyê û meslên siyasî yên li ser pirsgirêka Kurd hatin pirsîn. Ji sedî 59.3 beşdaran pirsgirêka Kurd ji bo Tirkîyê wek pirsgirêkeke girîng û sereke dîyar kir.

Di vê lêkolê de bersîva pirsa “Kîj partî dikare pirsgirêka Kurd çaraser bike?” hêjayî balkişandinê ye.

Beşdaran dîyarkirin ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de herî zêde baweriya wan bi AKP’ê heye û di nav bersîvan de AKP ji sedî 39 dîyar dibe û rêza yekemîn de cî digre. CHP ji sedî 26.8, MHP ji sedî 9.8 û DEM Partî jî ji sedî 8.4.

Her wiha nîvên beşdaran diyar kirin ku ew di wê baweriyê de ne ku bloka desthilatdar ya ku ji AKP û MHP’ê pêk tê dikare di pêvajoya çareseriyê de bi banortir bibe.

Serokê Navenda Raman û Lêkolînê Spectrum House Azad Bariş ev rêjeyên ku bi destxistine ji Dengê Amerîka re nîrxand.

“Me ev lêkolîn di demeke taybet de pêk anî û her tişt di herêma Rojhilata Navîn de têkel bûbû. Lê dîsa jî encamên balkêş bi dest xist. Me pirsîbû, dema Ocalan were parlementoyê û qise bike beşdar gelo ji bo vî çi dibêjin. Ji sedî 53 dijî vî derketin û ev tişt şaş dîtin. Lê belê ji alîyên din ve jî ji sedî 86 ragihandin ku ew bi Kurdan re dikarini bibin cîran û pêk ve bîjîn.”

Piştî gotinên Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî, ji alîyên partîyên sîyasî ve çareserkirina vê meslê jî hatîye pirsîn. Bariş, li ser vê jî wiha dîyar dike:

“Di warê çareserkirina mesela Kurd de nezelalbûnek di nav aktoran de heye. Di çareserkirina mesela Kurd de ji sedî 39 dibêjin vê meselê AKP dikare çareser bike. Di rêza duyemîn de CHP cî digre, lê li vê derê tiştê balkêş ewe ku MHP jî wek aktorek êdî derdikeve pêş û ji sedî 10 dibêjin ku MHP dikare çareser bike. DEM Partî di rêza çaremîn de dîyar dibe.”

Di nav beşdarvanên Kurd de Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelon (DEM Partî) heta niha jî di çareserkirina pirsgireka Kurd de wek muhatabên sereke dibînin. Lê di vê lêkolînê de encama ku derketîye holê ji alîyê DEM Partîyê ve tê rexnekirin.

Parlementerê DEM Partî Sînan Çîftyurek di vî warî de hestê xwe ji Dengê Amerîka re wiha anî ziman:

“Çêkirina lêkolîn baş e, lê li gor min hin kêmasî tê de hene. Li vê derê ya girîn ewe ku kîjan pirs hatine kirin. ‘Mesela Kurd çi ye, mesela Kurd gelo heye?’ heke bihata pirsîn wê gavê encameke din dê derketa. Mesela Kurd ziman e, statû ye, di makezagonê de cî girtine. Li ser van pirs nehatîye kirin, ji xwe AKP û MHP dibêjin pirsgirêka Kurd tunene. Ji ber vî jî ez vê lêkolînê di hin waran de kêm dibînim. Bi ya min nîrîna gel ev nîne.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku ji sedî 53’ê beşdarên anketê pêwîstiya makezagoneke nû ya li Tirkîyê dibînin. Rêjeya kesên ku îhtîmala çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd erênî dîtine jî ji sedî 70.6 hatîye pîvandin. Ji alîyên di ve ji sedî 29.4 jî di wê bawerîyê de ne ku çareseriyeke aşityane ne pêkan e.

Source link