Nuçe

Li Wanê 4 erdhej li ser hev çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 4 caran li ser hev hejiya.

Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), li Wanê di navbera saet 11:39 û 11:59an de  4 erdhej bi mezinahiya 3.4,  4.0, 4.2 û 3.2yê  çêbûn.

Li gorî Rasathaneya Kandilliyê, erdheja yekem li Satıbeya Wanê di kûrahiya 5 km de, erdheja duyem saet 11:39:04an de li Koçkoyê bi mezinahiya 4.0 di kûrahiya 5.5 km de çêbû.

Sêyemîn û mezintirîn erdhej saet 11:58:25an dîsa li Koçkoyê bi mezinahiya 4.2 û di kûrahiya 4.4 km de çê bû.



Source link