Li Wanê 4 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya “hinceta PKKyê” 4 kes hatin desteserkirin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, di navbera 30ê Kanûna Pêşîn a 2024ê û 5ê Kanûna Paşîn a 2025an de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.
Li Wanê di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 4 kes hatin desteserkirin.
Derbarê kesên hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.