Nuçe

Li Wanê otobusê qeza kir: 11 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Begiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, otobusek ji rê derket û 11 rêwî birîndar bûn.

Bûyer li ser rêya Wan û Erdîşê qewimî.

Otobusa ku Erkan Avar diajot, li ser rêya Wan û Erdîşê li wesayîta ku xebata paqijkirina berfê dikir qelibî.

Otobusa Piştî lêdana wesayîtê, otobûs ji rê derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîma UMKEyê çûn cihê qezayê.

Di qezayê de 11 rêwiyên di nav otobusê de birîndar bûn.

Tîman midaxeleya destpêkê li birîndaran kir û ew bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li Erdîş û Begiriyê.



Source link