Nuçe

Li Wanê rêyên 30 gundî ji ber berfê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê rêya 30 gundî hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, li parêzgehê doh berf bariya û rêya 30 gundî hat girtin.

Tîmên Şaredariyê doh ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kir û heta niha rêyên 28 gundan hatine vekirin.

Xebatên tîmên şaredariyê yên ji bo vekirina rêya du gundan berdewam dikin.

Li Wanê piştî barîna berfê navenda bajêr spî bû û di çûn û hatinê de pirsgirêk derdikevin.

Şêniyên bajêr berfa li ser banên malên xwe û li ber dikanên xwe dimalin.



Source link