Lîderên Kurd bi Peyamên Taybet Cejnên Sersal û Krîsmisê Pîroz Dikin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSD’ê bi rêya platforma X’ê cejna Krîsmis û bûna Mesîh pêxmber li cîhana kristiyanan pîroz dike.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di peyama xwe de dibêje, “Cejna Krîsmisê li hemû Kirîstiyanên Sûriyê û cîhanê pîroz dikim û bi taybetî şervanên me yên Suryanî, Asûrî û Ermenî wan ji dil pîroz dikim.”
Di beşekî din yê peyamê de Ebdî dibêje “Hêvîdar im ku hezkirin di dilê hemû gelê Sûriyê de belav bibe û yekîtiya netewî û aştî li welatê me yê ezîz pêk were.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dîsan bi peyamekê di platforma X’ê pîrozbahiyê arasteyî cîhana Kristiyan û mesîhîyên Herêma Kurdistanê û Îraqê dike.
Nêçîrvan Barzanî dibêje, ” Bi helkefta hatina Cejna Krîsmisê û Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê li ser wî bin), bi germî pîrozbahiyê li hemwelatiyên mesîhî yên hêja li Herêma Kurdistanê û Iraqê dikim. Û ez wê li seranserê cîhana Kiristiyan pîroz dikim. Hêvîdar im ku cejna aştî û aramiyê be, cejn û sersal li her kesî pîroz be û salek tijî bextewarî û serkeftin ji bo her kesî be.”
Bafel Celal Talebanî, Serokê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK’ê di platforma X’ê de, wî jî bi peymaekê cejna Krîsmis û sersalê li cîhana kristiyan pîroz dike.
Peyama pîrozbahiyê ya Bafel Talebanî weha ye, “Cejna Krîsmisê li hemû xuşk û birayên mesîhî li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz be.”
“Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke geş a pêkvejiyanê û hevdu qebûlkirinê ye ku em her sal cejnên xwe li gel xuşk û birayên xwe yên mesîhî û hemû pêkhateyên din pîroz dikin û biratiya xwe kûrtir dikin,” Bafel got.
Di beşekî din yê peyamê de Talebanî dibêje, “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK’ê pabendbûna xwe bi rêzgirtin û parastina azadî û cudahiyan dûpat dike û bi erkê xwe dibîne ku pirrengiya Herêma Kurdistanê biparêze, û piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê weke navenda aştî û pêkve jiyanê bimîne.”