Lihevhatina HSD’ê û Şamê Çawa Tê Nirxandin?
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) general Mezlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûrîyê Ahmed El-Şera roja Duşemê peymanek îmze kirin tê de li ser çend xalan li hev kirine.
Ji xalên serekî yên vê peymanê, parastina mafên Kurdan li Sûrîyê, agirbesta li tevahîya deverên Sûrîyê û vegera hemû derbideran jibo cîhwarê wan e, herwiha tevlêbûna sazîyên sivîl û leşkerî li bakur rojhilata Sûrîyê di nava rêvebirîya dewleta Sûrî de.
Ev rêketina HSDê û Şamê ya destpêkî ye û bi navbênkarîya Amerîka pêk hatiye li gorî ku çavkanîyeke nêzîkî HSDê ji Dengê Amerîka re eşkere kir, herwiha jibo bicîhanîna xalên peymanê komîteyên taybet tên avakirin ku ta dawîya salê karê wan divê bi encam bibe.
Derbarê vê peymanê de rêvebirê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl got ku ev rêketineke dîrokî ye û di çarçoveya guhertinên li ser asta herêmê çêdibin de pêk hatiye.
Xelîl bal kişande ser helwestên navdewletî û herêmî bi teybatî Tikrîyê ku piştî ragihanida rêketinê balafirên wê derdora Kobanê û bendava Tiştînê bi dijwarî bombebaran kir.
“Amerîka piştgira vê peymanê ye, Almanya jî ew pêşwazî kir, herwiha welatên Ereb jî weke gaveke erênî dîtin, di çarçoveya peydakirina aramîyê de li hindurê Sûrîyê û dawîkirina 13 salên şerê navxweyî. Lê tişta serekî helwesta Tirkîyê ye, eger dewleta Tirk êrîşên xwe rawestandin tê wateya ev gav bi erêkirina wê ye jî”, Xelîl got.
Heriwha nivîskar û şîrovekarê sîyasî Ciwan Yûsif dîyar kir ku ev heyameke danûstandin li ser vê peymanê tê kirin ku givaşên Tirkîyê li ser hikûmeta Şamê îmzekirina wê bipaş xist, lê bûyerên li berava Sûrîyê li dijî Elewîyan çêbûn hişt ku El-Şera berê xwe bide HSDê û pêre lihev bike.
Yûsif da zanîn ku ev peyman gava yekê ye û jibo gavên pêşde divê kar bê kirin, “Civata Kurdî bi tevahî gerek ji îro ve kesê xwe pispor dibînin di qanûn, aborî, civakê û hemû waran de xwe amade bikin. Ev rêketin niha xalên sereke ne lê hûrgilî di rojên pêş de ne, lê heta wê demê hinek aramî li herêmê wê çêbibe û metirsî jî kêm bibe”.
Ji alîyê xwe ve rojnamevan û nivîskar Şivan Îbrahîm got ku ev peyman wê aramîyê li herêmê peyda bike, herwiha rê li ber gotinên ku Kurdan yan HSDê bi cudaxwazîyê tawanbar dikin bigire û gefên Tikrîyê rawestîne.
Îbrahîm herwiha destnîşan kir ku ev rêketin gava yekem e û divê dema pêşde rewş û taybetmendîya herêma Kurdî bê dîyar kirin.
“Paşeroja doza Kurdî wê ji berê baştir be, wê tiştekî Kurdan di destûrê de jî hebe, dibe ku fedralîyet zehmet be, lê dema ku alîyên Kurdî lihev bikin û bi pêkhateyên din re jî danûstandinê bikin divê Sûrîyeke nenavendî be, sîstemeke navendî wê pirsgirêk be, loma nenavedîbûn wê para Kurdan di parleman, wezaret û dîplomasîyê de misoger bike”.
Cîhê balkişandinê ye ku fermandarê Giştî yê HSDê general Mezlûm Ebdî piştî ragihandina vê peymanê li ser rûpela xwe ya X’ê nivîsî ku ew di vê dema hestiyar de bi hev re dixebitin jibo misogerkirina qonaxeke veguhêz ku daxwazên gel jibo dadmendî û aramiyê pêk bîne.
Ebdî got ku ew pabend in siberojeke baştir ava bikin ku mafên hemû Sûrîyan dabîn bike û daxwazên wan yên aştî û rûmetê pêk bîne. Herwiha ew vê rêketinê derfeteke rast dibînin jibo avakirina Sûrîyeke nû ku hemû pêkhateyên wê hembêz bike û cîrantiya baş misoger bike.