Lîstikvanê Çorumê heqaret kir: Amedspor dê serî…
Hewlêr (Rûdaw) – Amedsporê ragihand ku ew dê ji ber heqareta lîstikvanê tîma Çorumê FKyê ku di lîstika doh de li hemberî alîgirên wê kiriye bi fermî serî li Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bide.
Şeva borî di hefteya 35emîn a Lîga Yekem a Trendyolê de tîma kesk û sor a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor li mala xwe li gel tîma parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê Çorum FKyê lîst û bi encama 1-0 hevrikê xwe têk bir û di lîgê de sê xal bi dest xistin.
Lê lîstikvanê tîma beramber Burak Suleyman di xuleka 63yemîn de bi dest û lingê xwe berê xwe da trîbûna alîgirên Amedsporê û heqaret li beramber wan kir.
Vê tevgera Burak Suleyman tansiyona alîgirên tîma kesk û sor a Amedê bilind kir û ji trîbûnanan dengê nerazîbûnê bilind bû.
Bêrêziya li hemberî alîgirên Amedsporê li ser medyaya civakî jî nerazîbûnên zêde li pey xwe anîn.
Rêvberiya Amedsporê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Amedsporê tevgera lîstikvanê Çorum FKyê wekê provakatîv bi nav kir û got: “Ev yek bi ti awayî ligel nirxên werzişê nagunce.”
“Klûba me bi ti awayî qebûl nake”
Amedsporê rexne li hakemên ku lîstik bi rê ve dibirin girtin û got:
“Bêdengiya hakemên lîstikê li beramber van tevgeran nayê qebûlkirin û ev yek zafiyetek e.
Klûba me bi ti awayî van tevgerên dijî sportmeniyê qebûl nake.”
Amedsporê got, “Dê derbarê vê bûyerê de li Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê hemû serlêdanên pêwîst bi awayekî fermî ji aliyê desteya me ve bên kirin.
Wekî Klûba Çalakiyên Werzişê ya Amedê em dê li ser parastina rihê anîna ba hev ê werzişê û rawestana li dijî her corên provokasyon û nedadperweriyan berdewam bin.”
Li aliyê din, lîstikvanê Çorum FKyê Burak Suleyman derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û îdia kir ku alîgirên Amedsporê di lîstikê de “maddeyên teqemenî” avêtine ser wî.
Suleyman got, “Hevalno, em bûyerê nebin cihên cuda. Tu karê me bi îdeolojiya kesî ve nîne. Em futbolîst in, ne siyasetmedar.
Ew me eleqedar nake. Hûn madeyek teqemenî bavêjin mirovan û canê wan bişewitînin, ew dê bertekê nîşanî we bidin.
Ez nû hatim malê, wext dereng bû. Em dê sibe daxuyaniyeke berfireh bidin û derbarê rewşê de biaxivin.”