LONDON – Siyasetmedarên Brîtanî: Civaka Kurd…
Hewlêr (Rûdaw) – Nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Brîtanyayê li Parlamentoya Brîtanyayê li Salona dîrokî û navdar a Jubileeyê, resepsiyona Cejna Remezanê li dar xist.
Siyasetmedarên Brîtanî tevlî resepsiyonê bûn û diyar kir ku civaka Kurd a li Brîtanyayê, civaka Brîtanyayê bi hêz û dewlemend dike.
Parlamenterên Îngilîz, gelek siyasetmedarên Brîtanî yên dostên Kurdan, Kurdên li Londonê dijîn û berpirsên Nûnertiya Rêvebiriya Xweser beşdarî vê resepsiyonê bûn.
Parlamenterê navçeya Berwickshireyê John Lamont axaftinek kir û got, “Koma Dostên Kurdan a Tevlihev (APPG on Kurds) li Parlamentoya Brîtanyayê û Navenda Pêşveçûna Kurdî (Centre for Kurdish Progress) ku li vir çalak e, roleke girîng dilîze di parastina mafên Kurdan de li Brîanyayê.
Karsaz û pîşekarên Kurd bi taybetî di sektorên xwaringehê, firoşgeha komî û avahîsaziyê de bandoreke mezin li aboriya Brîtanyayê dikin.”
Lamont got, “Ji bo ku em bûyerên têkildarî Kurdan ji nêz ve bişopînin, em dê di demeke nêz de bi hevalên xwe re Hewlêr û Rojavayê ziyaret bikin.”
“Civaka Kurd civaka me hem xurt dike hem jî dewlemend dike”
Parlamenterê bajarê Exeter Steve Race ku yek ji axêverên resepsiyonê bû got:
“Ez Cejna Remezanê û Newroza ku mizgîniya hêviyên nû dide, li Kurd pîroz dikim. Bi taybetî li herêma min Exeter û Zanîngeha Exeter, civakeke Kurd a pir çalak heye.
Civaka Kurd li Brîtanyayê hem civaka me xurt dike û hem jî dewlemend dike. Wekî kesekî ku şahidê vê yekê ye, ez dibînim ku Kurd çawa bi awayên çandî, madî û manewî beşdarî civakê dibin.”
“Dêrik sembola jiyana hevbeş e”
Nûnerê Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê yê Brîtanyayê Dr. Mihemed Mistefa jî diyar kir ku Cejna Remezanê di vê demê de ku Sûriye ji qonaxeke pir hestiyar derbas dibe, semboleke girîng e ji bo hevgirtina hemû unsûrên etnîkî û dînî yên welêt.
Mistefa balê kişand ser jiyana hevbeş a di navbera Kurd, Xirîstiyan, Elewî û unsûrên din ên etnîkî-dînî li herêma Dêrikê ya Rojavayê û got, “Dêrik bajarê herî xweşik e ku nîşan dide çawa li Rojavayê Kurdistanê Kurd, Ereb, Suryan, Elewî û komên din bi hev re dijîn. Bi salan e ku xelk bi rêzgirtina hev, bi hev re dijîn.”
Parlamenterê Silêmaniyê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xerîb Mihemed jî tevlî bernameyê bû.
Xerîb Mihemed behsa rola jiyana hevbeş û rola serokkomarê berê yê Îraqê û rêberê koçkirî yê YNKyê Celal Talebanî ya dî wî warî de kir.
Siyasetmedar Mihemed got ku hemû parlamenterên dosten Kurdan li Parlamentoya Brîtanyayê berdewam serdana Îraq û Herêma Kurdistanê dikin.
Siyasetmedarê Kurd Serbaz Berzencî ku nav Partiya Karker a desthilatê ye û rêveberê Kurdên Partiya Karker (Kurds for Labour) e, destnîşan kir ku bi saya Cejna Remezanê careke din girîngiya jiyana hevbeş derketiye pêş û got ku jiyana bi hev re ya her kesî, bi taybetî ji bo aramî û aştiya herêmê pir girîng e.
#WÊNE – Nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Brîtanyayê li Parlamentoya Brîtanyayê li Salona dîrokî û navdar a Jubileeyê, resepsiyona Cejna Remezanê li dar xist
Siyasetmedarên Brîtanî û nûnerên saziyên sivîl ên Kurd tevlî resepsiyonê bûn
📷Idris Okuduci pic.twitter.com/PFaa3KzEus
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 8, 2025