Nuçe

Mazlum Ebdî Dibêje Banga Ocalan jibo Aştîyeke Mayînde Derfeteke Girîng E

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di konferanseke vîdyoyî de ku kenalên Medya Amerîkî û bîyanî amadebûn ji rojnamevnana re bal kişand ser gelek mijaran di rojeva herêmê de yên weke tevlîbûna HSD di artêşa nû ya sûrî de, metirsya DAIŞ li ser herêmê, dîyaloga di navbera HSD, desthilata Şamê de û banga ocalan ya aştîyê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokrtaîk (HSD)ê bi rêya platforma onlayîn 27.02.2025 beşdarî preskonferansekê bû ku ji National Press Club pirs arasteyî wî dihatin kirin.

Fermandarê HSD Mazlum Ebdî derbarê peyama Ocalan ya ku roja Pêncşemê ji alîyê DEM Partî ve hat ragihandin got, “Rêberê PKK’ê ji me re peyamek şand û nêrînên xwe şîrove kir, em bi erênî lê dinêrin.”

Ebdî di pirsa Dengê Amerîka kurdî de got ku peyama Ocalan tiştekî baş e “Lê me weke HSD’ê elaqedar anke” got jî helbet dê bandor li ser herêmên me jî hebe.

Ebdî dibêje, “Banga Birêz Ocalan ji PKK’ê re, ji gerîlayên PKK’ê re bû. Ew rasterast ne ne jibo vê herêmê bû. Çawa ku jibo Başûrê Kurdistanê û cihên din re şandibû weha peyam ji me re şand.”

Ebdî got “Bi bawerîya min agirbesta di navbera PKK û Tirkîyê de û pêkanîna aştîyê bandorê li ser herêma me jî dike.”

Preskonferansa Mazlûm Ebdî Fermandarê HSDê li National Press Club - Washingto
Preskonferansa Mazlûm Ebdî Fermandarê HSDê li National Press Club – Washingto

Derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) de ti tiştek ji me re nehatîye gotin.

Derbarê pirsa metisîya DAIŞê wî got metirsîya “DAIŞê zêde bûye û valahîya ewlehîyê heye. Lewma pêwîstîya me bi hêzên Amerîkayê heye. Di dema vekişîna hêzên Amerîkî de, em di wê bawerîyê de ne ku dê kaosek ewlehîyê çêbibe û bandorê li herêmê jî bike.”

“Gelek fakter hene ku rê daye xurtbûna DAIŞê, gelek çek ketîye dest wan ketine nava bajaran, di rojên derbasbûyî de 15 hevalên me şehîd kirin, ” Ebdî got.

Derbarê têkilîyên bi hikûmeta nû ya Şamê re Ebdî got “Em bawer dikin ku niha dem hatîye em tevlî artêşa niştîmanî û sazîyên dewletê bibin.”

Source link