Meh Nîsan e lê berfê 5 parêzgehên bakurê welêt…
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Qers, Erdexan, Agirî, Dêrsim û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê îro berf bariya û doh bi şev pileya germahiyê heta 13 pileyan bin sifirê daket.
Tevî ku demsal bihar e jî li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germahê daketiye û li çend herêman berf û baran dibarin.
Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê 2 roj in barîna berfê berdewam e û bi şevan pileya germahiyê daketiye 8 pileyan bin sifirê.
Her wiha li navçeya Goleyê ya Erdexanê sir û seqem e û şeva borî pileya germahiyê daketiye heta 13 pileyan bin sifirê.
Li navçeya Pilemûriyeyê ya Dêrsimê jî piştî baranê berf bariya û banên malan û kolanên navçeyê bi rengê spî xemilîn.
Tîmên girêdayî Îdareya Taybet kar û xebat dan destpêkirin ku berfa li ser rêya çend gundên li cihên bilind paqij bikin.