Meletî – Berfa bêwext keda salekê ya cotkarên…
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê berfa bê wext zerereke zêde gihand cotkarên mişmişan.
Pileya germê 6 pileyan daket bin sifrê 6 pile û sirê li berhemê wan da.
Jineke cotkar rondikan bi ser darên xwe yên qeysiyan û ked û zehmata xwe ya sale de dibarîne.
“Keda me ya salekê vala çû”
Cotkara qeysiyan got, “Li keda me binêrin. Me duh ev der cot kir û tiştek nebû.
Her tişt vala çû. Mazot, gubre û derman. Em dê êdî çi li van daran bikin. Keda me ya salekê vala çû.”
Ji tevahiya 22 milyon darên mişmişan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 9 milyonê wan li Meletiyê ne.
Berhemên mişmişan ji bo 50 hezar malbatên parêzgehê deriyê dahatê ye.
Cotkar perîşan in û daxwaz dikin parêzgeh wekî herêma karesatê bê ragihandin û dewlet zerera wan qerebû bike.
“Divê birînên cotkaran bên pêçan”
Serokê Borsaya Bazirganiya Meletiyê Ramazan Ozcan, “Em rûbirûyî karesateke gelek mezin a çandiniyê ne.
Ji bo hemû berhemhênerên me derbasî be. Mixabin bi tişta ku îro bi ser de hatiye me hemû berhemê salê ji dest daye.
Ev ne bûyereke lokalî ye û giştî ye, li 13 navçeyên Meletiyê ligel nemana fêkî em dikarin bibînin ku guliyên daran û pelên wan jî nemane.
Ji niha û pê ve divê bi tedbîrên bilez birînên cotkaran bên pêçan û bilez maseyeke qeyranan bê damezrandin.”
Papaytexta mişmişan
Meletî wekî paytexta cîhanê ya qeysîyan tê naskirin, ji ber ku li seranserê cîhanê derdora ji sedî 85ê mişmişên hişkkirî li vê parêzgehê tên berhemanîn.
Li gorî amarên fermî, Meletiyê di 2 salên borî de bi qasî 818 milyon û 965 hezar dolar, 147 hezar û 775 ton mişmiş hinardeyî 115 welatan kirine.
Lê Meletiyê îsal ji ber rewşê nikare heman performansê pêşkêş bike û bi milyonan dolar zerermend e.