Nuçe

Mesrûr Barzanî bi Geoffrey Pyatt re ‘Petrola…

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê zerereke mezin daye budceya Îraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt re hevdîtineke telefonî pêk anî.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û mijarên têkildarî hinardekirina petrolê hatine gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî doh di daxuyaniya xwe ya li ser hevdîtinê de got:

“Îro me bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt re hevdîtineke telefonî pêk anî.

Me xurtkirina pêwendiyên dualî û destpêkirina dubare ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya rakirina astengiyên li pêşiya hinardekirina petrola Kurdistanê û diyar kir ku divê pirsgirêk di demeke herî kurt de werin çareserkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî anî ziman:

“Rawestandina hinardekirina petrolê zerereke mezin da budceya giştî ya Îraqê.”

Di hevdîtina telefonî de aliyan tekez kir ku pêwîst e mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê bên parastin.

Her wiha rola girîng a Herêma Kurdistanê ya di sektora enerjiyê de û beşdariya wê ya di bipêşketina aborî û aramiya Îraq û herêmê de hat gotûbêjkirin.



Source link