Mesrûr Barzanî: Hedefgirtina Kurdên Helebê ji bo…
Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî ragihand ku armancgirtina Kurdan a li Helebê ji bo guhertina demografiya herêmê ye û ev yek wîcdana civaka navneteweyî dixe bin pirsyarê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rûdanên dawî yên li Helebê daxuyaniyek da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişên ku li taxên Kurdan ên Helebê tên kirin helwesta xwe nîşan da.
“Armanc guhertina demografiyê ye”
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev bûyer metirsiyê li ser jiyana welatiyên sivîl çêdikin û got:
“Bûyerên li Helebê û hedefgirtina Kurdan a ji bo guhertina demografiya herêmê û çêkirina gefê li ser jiyana sivîlan, rayedarên Şamê û wijdanê civaka navneteweyî dixe bin pirsyarê.”
“Em dilgiran in”
Mesrûr Barzanî diyar kir ku şer çareserî nîne û wiha pê de çû:
“Şer û tundûtûjî bi awayekî bingehîn ti pirsgirêk çareser nakin. Divê ti hincet rê nede paqijkirina etnîkî.
Êrişên li ser taxên Kurdan ên bajarê Helebê, em bi awayekî kûr dilgiran kirine.”
Banga diyalogê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xwest ku pirsgirêk bi rêya aştiyane bên çareserkirin û got:
“Em hêvîdar in hemû alî aramiyê biparêzin, jiyana welatiyan biparêzin û ji bo çareseriya pirsgirêkan, serî li diyalog û gotûbêjan bê dayîn.”
“Divê desthilat demokratîk be”
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de behsa şêwazê birêvebiriya Sûriyeyê jî kir û anî zimên:
“Her wiha em hêvîdar in sîstema birêvebiriya niha ya Sûriyeyê, di asta berpirsyariya desthilateke demokrat û giştgîr de be ji bo hemû xelkê Sûriyeyê.”
