Nuçe

Mesrûr Barzanî: Pêdivî bi rêvebiriyeke baş û…

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  li gel şandeyeke Encûmena Nûneran a Îraqê civiya.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Îraq welatekî dewlemend e û tenê pêdiviya wê bi rêvebiriyê û birêvebirineke baş û dadperwerane heye.

Mesrûr Barzanî şandeyeke Encûmena Nûneran a Îraqê  ku ji endamên komîteyên aborî, pîşesazî û bazirganî pêk hatibû qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser girîngiya pêşxistina hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistan û Encûmena Nûneran û Hikûmeta Federal de hat kirin.

Bi taybetî di warên piştgirîkirina wan pêşniyaryasayan de ku di berjewendiya hemû welatî û pêkhateyên Îraqê de ne.

Di beşeke din a guftûgoyan de, tekezî li ser pêdiviya azadiya bazirganî û tevgera kel û pelan di navbera hemû herêmên Îraqê de û nehiştina ti berbest û astengan hat kirin.

Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye xuyakirin, gotûbêj li ser girîngiya Projeya Rêya Bipêşxistinê û girêdana welatên Kendavê û Îraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re bi rêya hêla hesinî hat kirin.

Li gorî daxuyaniyê tekezî li ser beşdarî û sûdmendiya Herêma Kurdistanê û hemû herêm û pêkhateyên Îraqê di vê projeyê girîng de hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Divê rêz li sîstema federal û destûrî ya Îraqê were girtin ku maf û erkên her aliyekî diyar kiriye.

Îraq ji aliyê maddî û mirovî ve, welatekî dewlemend e û xwedî pêgeheke jiyopolîtîkî girîng e jî, tenê pêdivî bi rêvebirin û birêvebirineke baş û dadperwerane heye ku rêz li mafên hemû herêm û hemû pêkhateyên Îraqê bigire.”



Source link