Mesrûr Barzanî û El-Şîbanî li Korbenda Davos Hevdu Dibînin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî, îro Pêncşemê di hesaba xwe ya fermî ya X’ê de ragihand ku ew û Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyê Esad Hesen El-Şîbanî di çarçova Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê kom bûne.
Barzanî dibêje “Li gel birêz Esad Şîbanî wezîrê derve yê Sûriyê, me rewşa giştî ya Sûriyê, pêşxistina peywendiyên dualî û pêşhatên dawî yên li herêmê gotûbêj kirin.
Di beşekî din yê peyama xwe ya di X’ê de weşandî Mesrûr Barzanî dibêje;
“Em hevbîr bûn li ser pêwîstiya parastina mafên hemû civakên li Sûriyê û di nav de gelê Kurd.”
Barzanî got, “Aştî û aramî li Sûriyê ji bo me pir girîng e û em amade ne ku hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî xuşk û birayên xwe yên li Sûriyê bikin.”
Medya nêzî Barzanî ragihand ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Esad Hesen Şîbanî di çarçoveya civîna xwe ya li Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vexwendibû Şamê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku “Wezîrê Derve yê Sûriyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî vexwendiye Şamê û got, ew hêvîdar e di demeke nêzîk de li Sûriyê hevdu bibînin.”
Ji hejî bîrxistinê ye ku Mesrûr Barzanî di Foruma aborî ya Davos li Swîsreyê amade bûye û heta niha hevdîtin bi gelek berpirs û wezîrên welatan de encam daye.
Jêder: X/Medya HHK