Mesrûr Barzanî û Kazimî: Divê pirsgirêkên Hewlêr…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê berê yê Îraqê Mistefa Kazimî diyar kir ku divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin.
Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi Mistefa Kazimî re civiya.
Di civînê de mijarên wekî “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê”, “hilbijartina bê ya Encûmena Nûneran” û “rewşa herêmê” hatin nirxandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê got:
“Beşeke civînê taybet bû bi pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê.”