Mezlûm Ebdî: Em ji hewlên Neteweyên Yekbûyî…
Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Em bi hewlên Neteweyên Yekbûyî kêfxweş in.”
Mezlûm Ebdî li ser paşeroja Sûriyeyê û hewlên NYyê yên ji bo paşeroja Sûriyeyê peyamek belav kir.
Fermandarê HSDyê ji ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Em bi daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geir O. Pedersen dilxweş dibin û piştgiriya hewlên Neteweyên Yekbûyî dikin ku dixwaze pêvajoya veguhastina siyasî serkeftî bibe.
Li ser mijarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û beşdarbûna hêzên me di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de, hewcedarî bi nêrîneke berfireh heye ku deriyê nêrîneke niştimanî ya giştî vedike û ber bi Sûriyeyeke yekgirtî ve diçe ku rengîniya wê nîşan dide û nûnertiya hemû pêkhate û deverên wê misoger dike.
Em hewcedarê hikûmeteke temsîlker û destûreke dadmend in ku mafên hem kesî biparêze û edaletê û wekheviyê bi cih bîne.”
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pederson doh eşkere kiribû ku divê di navbera HSD û hikûmeta nû ya Şamê de divê dem û derfet ji bo danûstandinan were dayîn da ku şerekî berfireh dernekeve.
“Divê em derfetê bidin Şamê û HSDyê”
Geir Pedersen li Şama paytexta Sûriyeyê di konferanseke rojnamegeriyê de got:
“Şerekî leşkerî yê berfireh dê bandoreke gelekî neyînî li Sûriyeyê bike û divê rê li ber were girtin.
Ji ber ku em li hêviya destpêka Sûriyeyeke nû ne û hêvîdar in ku ev yek dê bi rêya dîplomatîk bakur û rojhilatê welêt jî di nav de be.”
Pederson got, “Divê em derfetê bidin danûstandinên di navbera rayedarên demkî yên Şam û HSDyê.
Em hêvîdar in ku em dê niha destûrê bidin her du aliyan demeke têr da ku pêş ve biçin û ev yek bi şerekî leşkerî bi dawî nebe ku ne di berjewendiya gelê Sûriyeyê de ye.”
Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhaf Ebû Qesra ji rojnamegeran re ragihandibû ku hikûmeta demkî amade ye bi HSDyê re li ser belavkirin û tevlîbûna nav artêşa neteweyî gotûbêjan bike.
Ebû Qesra hişyarî jî da ku eger danûstandin bi ser nekevin ew “amade ne” hêzê bi kar bînin.
Destpêka vê mehê Serokê HTŞyê Ehmed Şer diyar kir ku artêşa nû ya Sûriyeyê dê HSDyê jî di nav xwe de bihewîne.
Alîkarê hevserokên MSDyê Efram Îshaq jî doh ji Rûdawê re diyar kir ku HSD û HTŞyê biryara avakirina komîteyeke leşkerî dane.
Li gorî gotina Îshaq, her du aliyan li hev kiriye ku danûstandinên wan berdewam bikin û dê di demeke nêzîk de civîneke din di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de pêk were.
Hêzên hikûmeta Şamê li Resafayê bi cih bûn
Li aliyê din, îro Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê li herêma Resafayê ya Reqayê bi cih bû.
Fermandarê Lîwa Şemal Dîmoqratî ya bi ser HSDyê ve Ebû Omer Idlibî ev agahî bi rêya hesabê xwe yê Xê belav kir.
Ebû Omer Idlibî diyar kir ku wan, Tehrîr El Şam û Koalîsyonê li Resafayê civînek kiriye.
Li gorî agahiyên ku wî dane, di civînê de behsa wê yekê hatiye kirin ku li Herêma Resafa valahiyeke ewlehiyê çêbûye û DAIŞ ji vê rewşê sûdê werdigire.