Nuçe

Mihemed Emîn Pênciwênî: Pervîn Buldanê got,…

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî da zanîn ku ew bi endama şandeya DEM Partiyê Pervîn Buldanê re axiviye.

Mihemed Emîn Pênciwênî diyar kir ku Pervîn Buldanê jê re gotiye ku “tenduristiya Abdullah Ocalan pir baş e” û dê di demeke nêzîk de bi nameyekê Qendîlê ji hemû pêşhatan agahdar bike.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Ez saet 19:30ê bi Pervîn Buldana parlamentera Tirkiyeyê û endama şandeya DEM Partiyê ya ku çû serdana Abdullah Ocalan re axivîm.

Wê ji min re got ku Serok Ocalan silavên taybet ji min re şandine.”

Mihemed Emîn Pênciwênî anî ziman:

“Pervîn Buldanê ji min re got, tenduristiya Serok Ocalan pir baş e û moralê wî bilind e.

Ew li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê tê meşandin jî geşbîn e.

Dê di demeke nêzîk de Serok Ocalan bi nameyekê Qendîlê ji her tiştî agahdar bike.”

Li gorî gotinên Mihemed Emîn Pênciwênî:

“Di demeke nêzîk de Pervîn Buldan û şandeyeke DEM Partiyê dê werin serdana Herêma Kurdistanê û bi serkirdayetiya partiyên siyasî re bicivin.

Piştî civînan dê werin serdana min jî.”

Şandeya DEM Partiyê roja 23yê mehê çû Îmraliyê û cara duyem bi Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Hevdîtina yekem a şandeyê ya bi Ocalan re 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an bû û piştre çûn serdana partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê.



Source link