Mîkaîl Bulbul: Me valahiyên piştî Celadet…
Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyen Mîkaîl Bulbul ragihand ku piştî xebateke 7 salan a bi beşdariya akademîsyenên her çar parçeyên Kurdistanê, wan “Rêbera Rastnivîsînê” û “Ferhenga Rastnivîsînê” amade kiriye da ku Kurmancî standardîze bibe.
Komxebata Kurmancî di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, ji bo çêkirina ferhenga standard ya Kurdîya Kurmancî civîna xwe ya 55an li Amedê li dar xist.
Li gorî zanyariyan di demeka nêzîk da ferhenga standard bi awayekî online û ji her kesî ra vekirî dê bê parvekirin.
Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê û yek ji berpirsên komxebata Kurmancî ya Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul diyar kir ku wan ne tenê devokek lê hemû devok û formên belavbûyî yên Kurmanciyê li ber çavan girtine.
Mîkaîl Bulbul beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa giringiya standardkirina ziman di serdema nûjen de kir.
Bulbul destnîşan kir ku ji ber nebûna dewleteke navendî di sed salên dawî de, saziyên sivîl neçar mane vî barî hilgirin.
“Me hemû devok li ber çavan girtin”
Bulbul diyar kir ku Komxebata Kurmanciyê ji akademîsyen û zimannasên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava, Diyaspora û Xorasanê pêk hatiye.
Akademîsyenê Kurd bal kişand ser tevliheviya di nivîsandinê de û mînaka peyva “kîvroşk” da ku nêzîkî 35 awayên wê yên nivîsandinê hene û got:
“Ji bo ku em vê tevliheviyê ji holê rakin, me xwest em formeke standard diyar bikin.
Mînak, ji bo peyva ‘winda’, li hinek deveran dibêjin ‘hunda’ yan ‘minda.’ Divê em biryarê bidin ka em dê kîjanê di perwerde, medya û pirtûkan de bi kar bînin.
Me di ferhengê de standardek hilbijart û em pêşniyar dikin ku her kes li gorî wê binivîse.”
Rêbera Rastnivîsînê çi ye?
Di bernameyê de “Rêbera Rastnivîsînê” ya bi bergê sor jî hat nîşandan.
Mîkaîl Bulbul eşkere kir ku pirtûka wan a bi navê Rêbera Rastnivîsînê rêzikên rêziman û morfolojiyê saz dike.
Bulbul mînakên wekî “Hevalê Ehmed” yan “Hevalê Ehmedî” û kêşana lêkerên wekî “Ez navexwim” an “Ez venaxwim” da û got ku wan di vê rêberê de formên rast û standard çespandine.
“Em li ser bingehê Celadet Bedirxan dimeşin”
Mîkaîl Bulbul teqez kir ku ew li dijî xebatên Celadet nînin û bingehê xebata wan li ser keda wî ye.
Bulbul eşkere kir ku temenê Celadet Bedirxan têr nekir ku rêbera rastnivîsînê temam bike û di warê daçek, hoker û kîşana lêkeran de valahî mabûn.
Akademîsyen Bulbul wiha berdewam kir:
“Piştî Celadet, saziyên wekî Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Stenbolê hewl da van kêmasiyan temam bikin.
Me jî bi perspektîfeke neteweyî û bi beşdariya hemû ekolan ev xebat temam kir. Ziman meseleyeke neteweyî ye, ne ya partî û îdeolojiyan e.”
Cudahiya Bakur û Başûr
Akademîsyenê Kurd Bulbul her wiha bal kişand ser cudahiyên alfabayên yên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de.
Bulbul diyar kir ku ji ber bikaranîna alfabeyên Latînî û Erebî, carinan ferq di îmlayê de çêdibin.
Bulbul di dawiyê de got ku armanca wan ew e ku ev xebat bibe bingehê perwerde û medyayê û zimanê Kurdî ber bi standardbûnê ve biçe.
