
Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji bo Qeterê hat…
Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Qeterê yê yê Hewlêrê Huseyîn bin Elî El-Fezale Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî vexwend Qeterê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Qeterê yê Herêma Kurdistanê Huseyin bin Elî El-Fezale civiyan.
Li gorî daxuyaniyê, konsul Huseyîn bin Elî El-Fezale, ji bo beşdarbûna Foruma Dohayê nameyeke vexwendinê ya Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî gihand Nêçîrvan Barzanî.
Foruma Dohayê dê Kanûna Pêşîn a 2025an wekî ji navê xwe jî diyar e Dohaya paytexta Qeterê were lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî digel spasî û pêzanîna xwe ya ji bo vexwendinê, amadekariya xwe nîşan da ku beşdarî konferansê bibe.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşvebirina pêwendî û firehkirina hevkariya hevbeş ên bi Qeterê re kir.”
Di heman demê de, Konsulê Giştî yê Qeterê ducare kir ku serkirdayetiya welatê wî, “bi giring û eleqeyeke mezin li pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dinêre û xwest ku di hemû waran de asta pêwendiyan bi pêş bixin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Her du aliyan ronahî xist ser derfetên kar û veberhênanên Qeterê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê.”