
Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû maf û…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû maf û daxwazên karkeran.
Îro 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê wesîleyê peyamek belav kir û hemû karkerên li cîhanê pîroz kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye:
“Bi helkeftina 1ê Gulanê, Cejna Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyê li hemû karkerên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê û rêxistinên wan dikim.
Ked û xebat û westiyana wan a ji bo avakirin û nûjenkirinê û beşdariya wan a çalak û bingehîn a pêşxistin û geşbûna welat bilind dinirxînim.
Em dîsa piştgiriya xwe ya ji bo hemû mafên karkeran û daxwazên wan ên rewa li Herêma Kurdistanê dubare dikin.
Her wiha pêwîstiya misogerkirina jîngeheke kar a bi ewle û pêkanîna dadmendiyê di derfetên kar de û rêkxistina têkiliyên navbera karkeran û xwediyên kar li ser bingehekê tekez dikin ku rûmeta karkeran biparêze û debar û jiyana wan garantî bike.
Her di vê helkeftê de, em bi rêzdarî hemû wan karkeran bi bîr tînin ku di dema kar de jiyana xwe ji dest daye û silavan li malbat û kes û karên wan dikin.
Em tekez dikin ku aliyên têkildar divê çavdêriya malbatên wan bikin û çi piştevanî û alîkariya pêwîst e, ji wan re bête kirin.
Hêviya bêhnvedaneke aram û tena ji hemû karkeran re û serkeftina hewl û tekoşîna wan a ji bo misogerkirina mafên wan dixwazim.”