Nuçe

Nêçîrvan Barzanî: Federalî berhema vê Raperîna…

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî got, “Federalî û destkeftên destûrî û amadehî û bandora îro ya Kurdistanê, berhema vê raperîna mezin in.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera 34emîn a Raperînê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe bal kişand ser girîngî û wateya Raperînê û got:

“Raperîn û serhildan qonaxeke dîrokî û di rûbirûbûna dîktatorî û sîtemkariyê de çarenivîssaz û xwesteka polayî ya Kurdistaniyan bû.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vî rengî ye:

“Em îro bi rûmetê ve 34 saliya Raperîna Adara 1991ê bi bîr tînîn. Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li malbat û kes û karên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê, bi hemû pêkhateyên wê ve dikim.

Raperîn û serhildan qonaxeke dîrokî û di rûbirûbûna dîktatorî û sîtemkariyê de çarenivîssaz û xwesteka polayî ya Kurdistaniyan bû.

Gelê Kurdistanê bi baweriyeke bihêz, bi dadperweriya doza xwe, yekrêz û yekgirtî, li ser bingeha azadî, rûmet û dadperweriyê serî hilda û bi rûyê paşerojeke nû de dergehek vekir.

Berhema xebateke dûr û dirêj û cangoriya mezina Pêşmerge û gelê Kurdistanê, li Îraqa nû da bû sedema pejirandina mafên wê yên rewa.

Federalî û destkeftên destûrî û amadehî û bandora îro ya Kurdistanê, berhema vê raperîna mezin in.

Ji bo wê yekê parastina destkeftan û mîsogerkirina mafên nifşên paşeroja me, bi yekrêzî, yekgirtiyî û hevdû têgihiştina hemû hêz û pêkhateyan tê kirin‌.

Rewşa herêmî û nakokiyên navxweyî û derekî ji me hemûyan dixwazin bi ruh û can û berpirsiyariyeke hevbeş ve kar bikîn. Ji ders û waneyên berê fêr bibîn û berjewendiya giştî ya gelê xwe biparêzin.

Em di vê helkefta pîroz de tekez dikîn ku em dê karkirina ji bo pêkanîna armancên bilind ên raperînê û xebata aştiyane û dîplomasî ya ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê bidomînin.

Ji bo wê yekê ku em xwest û hêviyên Kurdistaniyan ên ji bo paşerojeke baştir û pêşketîtir pêk bînîn, divê em bingehên pêkvejiyana aştiyane, bihêzkirina çanda hevqebûlkirinê, pejirandina demokrasî û karê hevbeş bi ruhekî berpirsiyariya niştimanî bihêztir bikîn.

Em hemû nifşên piştî serhildanê ne, nifşê niha û paşerojê jî divê bi rûmetê û sûdwergirtina ji pêşerojê, bi bawerî û hêviyê ve ber bi paşerojê hengavan bavêjin.

Silav li canên pak ên şehîdên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê.

Her bilind û bi rûmet bê bîranîna raperînê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

5ê Adara 2025.”



Source link