Nuçe

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo mamosteyan çi ji destê me…

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo jiyaneke baş ji mamosteyan re peyda bibe çi ji destê wan bê dê bikin.

Îro salvegera 63yan a avakirina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê hemû mamosteyên Kurdistanê û Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê pîroz kirin.

“Em rola mamosteyan bilind dinirxînin”

Nêçîrvan Barzanî ji hemû mamosteyan re hêviya bipêşketin û serkeftinê xwest û got:

“Em peyama bilind û rola mamosteyan a perwerde û bipêşxistina nifşan bilind dinirxînin.

Em dê ji bo peydakirina jiyaneke hêjayî wan ku li gorî pêgeha wan a perwerdehî û niştimanî be hemû hewlekê bidin.

Em dê karê xwe yê ji bo misogerkirina jîngeheke fêrkirinê ya durist û hemdem bidomînin ku hilberîneke rasterast a pêşeroja Kurdistanê ye.”

“Mamoste pêşeng û stûna sereke ya avakirina civakê ne”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku mamoste pêşeng û stûna sereke ya avakirina civakê û garantiya perwerdekirina wan mirovên hişyar in ên ku şanaziyê bi nasnameya xwe dikin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser rola mamosteyan û got:

“Mamosteyan di hemû qonaxan de dilsoziya xwe selimandin, ji qadên tekoşînê heta bi holên fêrkirinê, her tim parêzerên hişyarî, ziman û nirxan bûn.

Rola wan a berdewamiya pêvajoya fêrkirinê di şert û mercên herî dijwar de cihê rêz û spasdariyê ye.

Em destxweşiyê li Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê dikin ji bo nûnertiya wê ya mamosteyan û parastina mafên wan.

Bi rêzdarî em qurbanîdana wan mamostayên ku canê xwe di rêya azadiyê de da, bi bîr tînin.

Silav ji bo hemû wan mamostayên ku bi dilsozî û fedakarî erka xwe ya pîroz pêk tînin.”



Source link