Nuçe

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Friedrich Merz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistnê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Almanyayê Friedrich Merz kir û got, “Herêma Kurdistanê girîngiyê dide hevkariya xwe ya nêzîk abi Almanya re.

Serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CSU) Friedrich Merz di tûra duyemîn a dengdana li Parlamentoya Almanya de wekî serokwezîrê nû yê Almanyayê hat hilbijartin.

Serokê Herêma Kurdistnê Nêçîrvan Barzanî ji bo Serokwezîrê nû yê Almanyayê Friedrich Merz peayameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Friedrich Merz kir û got, “Ji bo hilbijartina wî wekî Serokwezîrê Komara Federal a Almanyayê ez pîrozbahiyê li Friedrich Merz dikim. Ez di erkê wî yê nû de serkeftinê jê re dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser pêwendiyên Almanya û Herêma Kurdistanê û wiha got:

“Herêma Kurdistanê girîngiyê dide hevkarîya xwe ya nêzîk a bi Almanya re û li bendê ye ku hevkariya xwe xurt bikin.”

Serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CSU) Friedrich Merz ji bo serokwezîrtiyê di dengdana tura yekemîn a li Parlamentoya Federal de dengên pêwîst wernegirtibûn.

Di gera duyem de 618 parlamenter beşdarî dengdanê bûn û Merz 325 deng wergirtin.

Di dengdanê de 289 parlamenteran dengê “na” daye, 1 parlamenter jî bê alî ma û 3 deng jî nehatin qebûlkirin.

Bi vê encanê Friedrich Merz bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.



Source link