Nêçîrvan Barzanî Piştgirîya Banga Ocalan Dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî îro Pencşemê piştgirî da banga Abdullah Ocalan ya danîna çekan û hilweşandina PKK’ê.
“Em bi germî pêşwazîyê li peyama Birêz Ocalan û banga wî ya jibo çekdanîn û xwefesixkirina PKK’ê dikin, “Barzanî di daxuyanîyekî de li ser X’ê got.
Barzanî ji PKK’ê xwest ku banga Ocalan bi cîh bike da ku jibo aştîyê û çareserîya aştîyane bingeheke guncan ava bibe.
“Em daxwaz dikin ku PKK pêbend û guhdar be û peyamê bi cih bîne. Em hêvîdar in ku ev bang wê zeminê xweş bike jibo pêkanîna aştîyê û çareserîya aştîyane. Bê guman serdema xebata aştî, medenî û demokratîk e û di wê rêyê de encam û destkeftên baştir tên bidestxistin, ne bi çek û tundûtûjî yê,“ wî got.
Barzanî piştgirîya tam da Ocalan û got ku ew jibo serketina pêyvajoyek aştîyê ya lî Tirkîyê amade ne rola alîkarî û hevkarîyê bilîzin.
“Em li Herêma Kurdistanê piştgirîya temam li pêvajoya aştîyê dikin û her tiştê ku bikeve ser milên me jibo serkeftina pêvajoyê, em amade ne rola alîkarî û hevkarîyê bilîzin, “ wî got.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha jibo rola wî ya di vê peyvajoyê de sipasîya serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir
“Herwiha bi rêz û spasdarî li rola Birêz Serok Erdogan û desthilata AK Partîyê dinêrin ku her ji destpêka desthilatê ve bi ramana zelal û bi nêrîneke vekirî hewl dan ku jibo aştîyê kar bikin, “wî got.