Nuçe

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li Silêmaniyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Silêmaniyê li hev civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê û nivîsgeha Sûdanî li ser hevdîtinê daxuyanî belav kirin.

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya Foruma Silêmaniyê de bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê û dosyeyên hevbeş hatin gotûbêjkirin û “tekezî li ser berdewamiya hevsengî û hevkariya Hewlêr – Bexdayê” hat kirin.

Her wiha, tekezî li ser bi hêzkirina “hevkariya di navbera hêzên niştimanî ji bo parastina aramî û ewlehiyê hat kirin, bi awayekî ku xizmeta yekrêziya niştimanî û berjewendiyên bilind ên welat bike û alîkar be ji bo hewlên hikûmeta federal di cîbicîkirina geşepêdanê li seranserê Îraqê.”

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî bal kişandiye ser girîngiya parastin û misogerkirina maf û şayisteyên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Her wiha Barzanî pabendiya Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina hevkariya avakar li gel hikûmeta federal ji bo çareserkirina hemû pirsan dubare kir, bi awayekî ku alîkar be di bihêzkirina têgihîştin û hevbeşiya di navbera her du aliyan û hevsengî û ewlehiya welat biparêze.

Daxuyaniya ofîsa Sûdanî

Nivîsgeha, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewşa siyasiya welat û pirsên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Her wiha tekezî li ser berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir bi awayekî ku yekrêziya niştimanî bihêztir bike û xizmeta berjewendiyên bilind ên Îraqê bike.

Nêçîrvan Barzanî û Sudanî tekezî li ser giringiya dabînkirina mafên destûrî yên hemû pêkhateyan û bihêzkirina hevkariyên di navbera hemû hêzên niştimanî de ji bo parastina asayîş û aramiya welat û piştevaniya hewlên hikûmeta federalî ji bo cîbicîkirina projeyên geşepêdanê li seranserê Îraqê kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de pêşhatên rewşa herêmê û navneteweyî û bandora wan ên li ser Îraqê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e Îraq ji nakokiyan dûr bimîne û piştgiriya bide destpêşxeriyên ku rêya çareseriyeke aştiyane û diyalogê dikin.



Source link