Nuçe

Newroz Uysal: Li Şirnexê ji bo birîna daran zext…

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê ragihand ku li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji bo birîna daran zext li gundiyan tê kirin.

Li herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê çend sal in bi “hinceta ewlehiyê” birîna daran berdewam dike.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê li dijî birîna daran bi armanca bersivdayîna Wezareta Çandinî û Daristanê û Wezareta Karên Navxwe pirsiyarnamayek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Di pirsiyarnamayê de hatiye diyarkirin ku dar û şitlên nû di bin çavdêriya cendirme û cerdevanan de tên birîn, di vî warî de zext li gundiyan tê kirin û muxtarên gundan ji bo birîna daran bi hinek şirketên taybet an jî cerdevanan re li hev kiriye.

Parlamentera Şirnexê ji Rûdawê re ragihand, ji bilî Cûdî, Gabar û Bestayê niha jî li herêma Kanîferşikê û gundên Melesê û Hemkayê yên navçeya Elkê plana birîna daran tê kirin.

“Ji bo birîna daristanên 7 gundan biryar hatiye dayîn”

Nevroz Uysal Aslanê got, “Gundî li dijî birîna daran derdikevin û rûbirûyî zextê dibin.

Ji bo birîna daristanên 7 gundan biryar hatiye dayîn û kêmgirî (îhale) hatiye kirin.

Li gorî biryarê sibe pêvajoya birîna daran dest pê dike.”

Di pirsiyarnameyê de ev pirs hatin kirin:

-Birîna daran ku ji sala 2018an û vir ve berdewam dike, di çarçoveya agahî, destûr û çavdêriya Wezareta we de hatiye kirin?

-Birîna daran a li Mezraya Kanîferşikê di çarçoveya agahî û destûra Wezareta we de tê kirin? Ger destûr hatibe dayîn, ji aliyê kîjan saziyan ve, ji kîjan dîrokê ve û bi çi hincetan ev destûr hatiye dayîn?

-Kes, kompanya an jî komên ku daran dibirin kî ne? Darên ku hatine birîn bi kîjan rêyan, diçin kû derê û digihîjin kê?

-Rizamendiya gundiyên ku li herêmên dar lê tên birîn hatiye wergirtin? Îdiayên derbarê zexta li ser gundiyan ji aliyê Wezareta we ve tên lêkolînkirin?

-Di destê Wezareta we de çi amar hene ku diyar dikin birîna daran ku tê gotin “ji ber ewlehutl” tên kirin, bi rastî jî ji ber ewlehiyê ne?

-Di nava pênc salên dawî de, ji aliyê Wezareta we ve derbarê birîna daristanan a li tevahiya parêzgeha Şirnexê, ti kontrol an jî lêpirsîn hatiye kirin? Eger hatiye kirin, encamên wê çi ne?

-Ji bo parastina sîstema ekolojîk û berdewamiya qadên jiyanê yên gelê herêmê, Wezareta we di derbarê birîna daristanên li Şirnexê de plana wergirtina kîjan tedbîran dike?

-Di bin çavdêriya leşker an jî cendirmeyan de birîna daristanan yasayî ye? Bingeha yasayî ya vê kiryarê çi ye?

-Wezareta we heta niha derbarê birîna daristanên li Şirnexê û derdora wê ti daxuyanî daye raya giştî? Ger hatiye dayîn, naveroka wê çi ye?

-Di 10 salên dawî de, Wezaretê ji bo çêkirina rêya ewlehiyê, qereqol û qeleqolan li Şirnexê, çend caran ji Wezareta Çandinî û Daristanê daxwaza birîna dar an jî daristanan kiriye, di dema kiryarên navborî de, Wezaretê derbarê gihîştina qadên jiyanê yên gundiyan ku hatiye astengkirin û zerer gihandina çavkaniyên debarê û ji aliyê maf û azadiyên bingehîn ve çi nirxandin kiriye?



Source link