Nurî Firat: Dan û standinên li Îmraliyê ne zelal…
Hewlêr (Rûdaw) – Lêkoler û nivîskar Nurî Firat diyar kir ku dan û standinên dewleta Tirkiyeyê û Abdullah Ocalan bi awayekî ne zelal tên meşandin û gotûbêjên di navbera wan de bi taybetî li ser Rojavayê Kurdistanê ne.
Karvedanên serdana heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di nava civakê de berdewam dikin.
Lêkoler û nivîskar Nurî Firat, derbarê dan û standinên li Îmraliyê nirxandinên girîng kirin û bal kişand ser astengiyên sereke yên pêvajoyê.
Li gorî gotina Nurî Firat nakokî li ser Rojavayê Kurdistanê derdikevin.
Lêkoler Firat li ser serdana heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û pêvajoya nû pirsên pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Firat anî zimên ku pêvajo bi awayekî ne zelal tê meşandin û sedema nakokiyên sereke bazarên li ser Rojavayê Kurdistanê ne.
“Pêvajo ne zelal e”
Li ser pirsa “Tê gotin ku pêvajoya nû wê zelal û vekirî bê meşandin, bi ya te heta niha pêvajo zelal diçe?” Nurî Firat wiha bersiv da û got:
“Mixabin ev pêvajoya nû li gorî ya berê jî bi awayekî zelal nayê meşandin.
Eger em her du pêvajoyan bidin ber hev, pêvajoya nû bi ti awayî ne zelal e.
Tenê heyeta DEM Partiyê du caran çû Îmraliyê lê ji van hevdîtinan jî encameke berbiçav derneketiye.
Her kesî texmîn dikir ku dê Ocalan di hevdîtinan de bangeke zelal bike.
Niha, di her du hevdîtinan de jî daxuyaniyeke berbiçav ji Ocalan nehatiye.
Ji ber vê em nikarin bibêjin ku pêvajo zelal e.”
“Di navbera Ocalan û dewletê de astengî hene”
Li gorî gotina Nurî Firat aliyên pêvajoyê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê li hev nakin û wiha domand:
“Li qada giştî hêviyeke mezin hat çêkirin.
Hat gotin ku dê daxuyaniyeke bi îmzeya Ocalan hebe.
Ew daxuyaniya ku dihat pêşbînîkirin nehat.
Gelo sedema vê çi ye? Gelo ji ber ku bi şewata li Boluyê rojev guherî, ev yek pêk hat?
Belê, şewata li otêlê sedemeke naskirî bû lê sedemên cuda jî hene.
Li gorî min hinek astengî hene.
Ya yekem, îdiayên aliyên nêzîkî hikûmeta AK Partiyê bûn.
Li gorî wan Abdullah Ocalan dê li ser bingeha çekdanînê bangî PKKyê bike.
Ne tenê ji bo PKKyê, her wiha HSD û hêzên Rojhilatê Kurdistanê PJAK jî di nav de bûn.
Îdiaya duyem ji aliyên çavkaniyên Amerîkî ve hat.
Li gorî wan Abdullah Ocalan dê 15ê Sibatê bang bike.
Li qada giştî jî hêviyek çêbû.
Gaziya ku dihat çaverêkirin nehat. Xuya dibe ku di hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de hin astengî hene.
Sedema sereke ya van astengiyan jî lihevnekirina li ser Rojavayê ye.”