Nuçe

Onder behsa hûrgiliyên hevdîtinên Şandeya…

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Şandeya Îramliyê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder derbarê serdana Herêma Kurdistanê agahî dan û got ku ew dê peyamên van hevdîtinan ji Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ragihînin.

Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtinên li Herêma Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku dê peyamên van hevdîtinan ji Ocalan re ragihînin.

Şendaye Îmraliyê ya DEM Partiyê 16ê Sibatê hat Herêma Kurdistanê û doh hevdîtinên xwe bi dawî kirin û vegeriya Tirkiyeyê.

Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Mehmet Kamaç û parêzer û endamên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez û Ozgur Erol cih girtin.  

Şandeyê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Endama Dîwana Serokatiyê ya YNKyê Şanaz Îbrahîm Ehmed û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîn.

“Hevdîtin erênî derbas bûn”

Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtinan diyar kir ku hevdîtin erênî  derbas bûn û wiha got:

“Hemû şexsiyetên siyaszî, sazî û partiyan bi coşeke mezin em pêşwazî kirin. Ji bo vê coşê ji wan re spas dikim.

Me têkildarî pêvajoyê pêşniyar, hişyarî û piştgiriyên wan wergirt.

Ev pêşniyar û piştgirî ji bo me û ji bo aştiyê pir bi nirx in. Em dê vê ji birêz Ocalan û muxatabên xwe re ragihînin.” 

“Me peyamên Ocalan veguhastin”

Onder da zanîn ku wan piranî peyamên birêz Ocalan yên di hevdîtinan de hatine dayîn ji wan re veguhastin û wiha domand:

“Me hewl da bibin bersiv. Her wiha li gel vê mijara yekîtiya neteweyî jî hat axaftin. Me hewl da têkildarî aştiyê bingeheke berfireh ya civakî ava bikin.” 

“Wan hêvî da me”

Bi gotina Onder ji bo pêvajoya nû piştgiriyeke tam tê dayîn û wî got:

“Wan qiymeteke mezin da pêvajoyê. Hemû muxatabên ku me hevdîtin pêk anî ji bo peyamên ku hatin dayîn û bangewaziyê qiymeteke mezin da.

Ev jî hem hêviyê dide me û hem jî rûmetê dide me.”

Onder her wiha destnîşan kir ku aliyên ku hevdîtin pêk anîne xwest peyamên wan bigihêje Ocalan  got:

“Bêgûman piştiriya xwe anîn ziman. Hûrgiliyên hevdîtinan jî hene. Em dê van ji birêz Ocalan re ragihînin.”



Source link