Operasyona li Kampa Holê qediya
Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku operasyona li Kampa Holê qediyaye.
Hêzên ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê 18ê Nîsanê ji bo nehiştina bermahiyên DAIŞê li Kampa Holê dest bi operasyonekê kiribû.
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew operasyon îro qediyaye û 20 endamên DAIŞê û hevkarên wan hatin girtin.
Daxuyaniya nivîskî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê wiha ye:
“Ji gelê me û raya giştî re:
Di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên zêde yên şaneyên razayî û bermahiyên DAIŞê, hêzên me Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin bi hevkariya Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) û bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyona ewlehiyê ya li hundirê Kampa Holê bi dawî kir.
Operasyonê 18ê Nîsana 2025an dest pê kir û 6 rojan li pey hev berdewam kir.
Armanca operasyonê jihevxistina şaneyên razayî û xurtkirina ewlehiyê li hundir û derdora kampê bû.
Li ser vê bingehê, operasyonên paqijkirinê û biserdegirtinên armanckirî li gelek beşên kampê hatin kirin, her wiha operasyonên taybet li derveyî wê jî hatin kirin.
Encamên Operaseyonê wiha ne:
20 endamên DAIŞê û hevkarên wan hatin girtin.
Di konekî de 3 çeke kalaşnîkov û demançeyek û gelek şarjor, cebilxane û alavên leşkerî yên di nava kon de hatibûn veşartin hatin desteserkirin.
Hewldaneke reva komî ya ku ji aliyê şaneyeke li hundirê kampê û şaneyeke din a li derveyî kampê hatibû koordînekirin hat astengkirin û hemû endamên şaneyê hatin girtin.
Her wiha, operasyoneke taybet ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin ve şaneyeke DAIŞê kir armanc ku ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî hevrêzî li gel şanên din dikir .
Ev operasyon serkeftina hêzên me di pêkanîna derbeke nû li şaneyên terorîst de piştrast dike ku hewl didin rewşa mirovî ya di hundirê kampê de ji bo pêkanîna planên xwe yên teroristî bi kar bînin.
Her wiha teqeziyê li ser pêbendbûna me ya tam a ji bo şopandina terorê û ziwakirina jêderên wê li kû derê dibe bila bibe, dike.
Di vê çarçoveyê de em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî yên derbarê mijara Kampa Holê de bigire ser milê xwe.
Her wiha ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li vir girtî bi cidiyet bixebite û piştgiriya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike da ku bi awayekî bibandor û ewle vê dosyaya dijwar bi rê ve bibe.
Her wiha em teqeziyê li ser berdewamiya operasyonên ewlehiyên yên pêşwext li hemû deverên ku rastî metirsiyên ewlehiyê tên, dikin û em piştrast dikin ku dê ti cihê ewle ji terorîstan û piştgirên wan re nemîne.
Em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bidomînin û li ser her tevger û çalakiyên bi guman hêzên me agahdar bikin, ji ber ku ewlehiya civaka me berpirsyariyeke kolektîv e û pêwîstî bi hevkariya her kesî heye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”