
Parlamenterê DEM Partiyê: Cihê Sirri Sureyya…
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan diyar kir ku cihê Sirri Sureyya Onder dê zû bi zû neyê tijîkirin.
Şîna Sirrri Sureyya Onder li Navenda Reşîd Rey a Stenbolê berdewam dike. Malbata Sirri Sureyya Onder, parlamanter û berpirsên bilind ên DEM Partiyê di şînê de rûniştine.
Şîna Onder dê îşev li Stenbolê bi dawî bibe û biryar e malbata wî li Semsûra Bakurê Kurdistanê 3 rojan taziyê dîne.
Parlamenterê DEM Partiyê Olan bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê behsa nexşerêya pêvajoya çareseriyê kir.
“Di her karî de ew dest û piyê me bû”
Huseyîn Olan amaje bi rola Sirri Sureyya Onder kir û got,” Cihê Birêz Sirri Sureyya Onder dê zû bi zû neyê tijîkirin. Ji ber wî awayî di her karî de ew dest û piyê me bû.
Em niha di taziyeya wî de ne. Taziyeya wî dê îro biqede. Malbata wî dê li bajarê wî li Semsûrê jî 3 rojan teziyeyê jê re deyne.”
Wî amaje bi bernameyeke bîranînê ya li parlamentoyê kir û got: “Em jî dê sibê li parlamentoyê bin û em dê li parlamentoyê jî jê re bernameyekê deynin.
Piştî wê em dê nava xwe de nîqaşê bikin. Ti kes cihê wî nagire.”
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir ku ew dê li ser cihê Onder bê hilbijartin were destnîşankirin bişêwirin û anî got:
“Hevalên me yên baş û hêja hene em dê nîqaşan bikin. Birêz Onder ne tenê endamê Heyeta Îmraliyê di heman demê de Alîkarê Serokê Parlamentoyê bû.”
Em dê di nava xwe de bişêwirin û hevalekî ku cihê wî tijî bike hilbijêrin û ji çapemeniyê re eşkere bikin.”
“Pêwîst e operasyon bên sekinandin da ku kongre pêk were”
Siyasetmedar Olann li ser şert û mercên kongreya PKKyê jî axivî û got:
“Hem em dibêjin û hem jî PKK dibêje ji bo kongre were sazkirin divê ji aliyê ewlehiyê ve baweriyek hebe.
Li aliyekî din dixwazin kongre pêk were û ev biryar derkeve li aliyê din operasyon hene.
Ji aliyê ewlehiyê ve baweriyek tunebe dê kongre çawa bicive.
Berpirsên PKKyê dibêjin, Birêz Abdullah Ocalan ev rêxistin ava kiriye û divê Abdullah Ocalan biryarê bide û tevlî kongreyê bibe da ku biryara çekdanînê bê standin.
“PKK dê biryara xwefesixkirinê bide lê ew derfetan dixwaze
Tişta ku em dizanin divê di serî de rewş û şertên Abdullah Ocalan divê bên başkirin û divê operasyon bên sekinandin da ku kongre pêk were.
Biryara PKKyê zelal e û ew dibêje dê çekan deyne û biryara xwefesixkirinê bide lê di wî warî jî de ew derfetan dixwaze.”
got divê hinek tişt zelal bibin û pê de çû:
Divê hinek tişt zelal bibin, ji bo PKK kongreya xwe bike pêwîst e operasyon bisekinin, ew dê rabin hem kongreya xwe bikin û hem jî çekan deynin.
Rabin çekên xwe danîn, Rojava yan jî danîn Başûr nabe divê navbeynkar hebin da ku ew kar bigihê fermiyetê. Bi serê xwe çekan deynin û berdin nabe.
“Divê ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan xebat bên kirin”
Siyasetmedar Huseyîn Olan amaje pê kir hêviya wan heye ku hinek guhertinên yasayî çêbibin û wiha domand:
“Hêviya me heye ku di warên yasayî de hinek tişt bên guhertin û di warê girtiyên nexweş de hin gav bên avêtin.
Divê bi lez êdî girtiyên nexweş bên berdan û ew kesên ku cezayên wan xilasbûne bên berdan.
Meseleya guhertina destûrê heye. Temam baş e bila PKK çekan deyne lê divê ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan xebat bên kirin.
Li Tirkiyeyê 20 – 30 milyon Kurd hene mafên wan hene. Zimanê wan qedexe ye, nasnameya wan qedexe ye jiyana wan qedexe ye û çanda wan qedexe ye.
Konserên hunermandan tên qedexekirin ji ber axaftina bi Kurdî însan tên kuştin.
Temam baş e, PKKyê çek danî, sibe dusibe derfetên çekhilgirtinê ji meydanê neyên rakirin dê partiyeke din derkeve.
Ji bo vê jî demokrasiyeke giştî lazim e û me hêviya xwe me ti carî qut nekiriye û em xebatên xwe berdewam dikin da ku demokrasî û aştî pêk were. “