Nuçe

Parlemanterên DEM Partî Li Gel Serkirdeyên Herêma Kurdistanê Kom Dibin

Şandeyeke parlementerên Kurd yên li Tirkîyê ku wek Şandeya Îmralîyê tê binavkirin, roja Yekşemê peyameke rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, pêşkeşê rêberê Kurd Mesûd Barzanî kir, dema çaverê ye ku Ocalan jibo peyvajoyek aştiyê bi Tirkîyê re bangekê bide.

Hevdîtina şandeya Îmralîyê û Mesûd Barzanî li Bingeha Barzanî ya li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê pêk hat û nêzî 2 seatan berdewam kir.

Ofîsa Barzanî di daxuyanîyekê de ragihand ku Şandeya Îmralîyê “peyama” ji rêberê girtî Ocalan pêşkeşî rêber Barzanî kiriye.

“Di hevdîtinê de heyeta mêvan nêrînên xwe yên li ser rewşa siyasî û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û hûrgilî û encamên hevdîtinên xwe yên bi Birêz Abdullah Ocalan re ji Serok Barzanî re anîn ziman, “Ofîsê got.

Li gor daxuyanîyê, Barzanî ji Şandeya Îmralîyê gotîye ku ew bi temamî amade ye ku alîkarîy û piştvanîya pêyvajoya aştiyê li Tirkîyê bike.

“Serok Barzanî jibo alîkarî û piştgirîya pêyvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û serkeftina wê amedakarîya xwe ya eşkere kir,” Ofîsê got.

“Barzanî destnîşan kir ku ” jibo çareserîyekê, pêyvajoya aştiyê tekane rêya rast e “û wî ji hemû aliyan daxwaz kir ku “hewlên xwe” yjibo bidestxistina wê kom bikin.

DEM Partî jî di daxuyanîyekê de ragihand, di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê derbarê pêyvajoya aştiyê de “pêşniyar û nêrînên xwe” pêşkêş kiriye.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir piştî hevdîtina bi Mesût Barzanî re daxuyanîyenekî kurt da rojnamevanan.

“Me hem peyama birêz Ocalan û hem jî silavên wî ragihandin. Pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û nêrîn û pêşnîyarên birêz Mesût Barzanî yên ser aştiyê jibo me gelek girîng in. Barzanî got ku ew piştgirîya çareserî û aştiya di nav Kurdan de dikin. Em jibo piştgiriya wî spas dikin. Hevdîtinên me wê bidomin,” Bayindir got.

Şandeya parlementerên DEM Partîyê, di 28’ê Berfenbara 2024 û 22’ê Rêbendana 2025’an de, li girava Îmralî bi rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û piştre dest bi hevdîtinên bi partîyên, siyasî, rexistinên sivîl û komên cûda yên civakê kirin.

Şandeya Îmralîyê di wê çarçoveyê de roja Şemîye çû Herêma Kurdistanê ku wan hevdîtinan bidomîne.

Şandeya Îmralîyê wê sibê Duşemê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinekê bike û roja sêşemê li Silêmaniyê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re bicive.

Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin cîh digrin.

Jêder: AFP, Ajansa Mezopotamya, Rudaw

Source link