Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Parastina Rojava…
Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên Tifaqa Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê derbarê êrişên li Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya netewî ye.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Komeleya Şêx Seîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Amedê derbarê êrişên li Rojavayê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya hevpar de bangî Kurdan û hêzên navneteweyî hat kirin û wiha hat gotin:
“Gelê Kurd dê di vê sedsalê de bêyî statû nejî. Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye.
Xwedî li statûya Rojava derkevin û rê li ber êrişên ser Rojava bigirin.”
Metna hevpar ji aliyê Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBPyê Bêrîvan Helen Işikê ve hat xwendin.
“Statûkoya hatiye avakirin îro bi lez diguhere”
Metna daxuyaniyê wiha ye:
“Li cîhanê û herêma me pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Sînorên sed sal berê ji hêla hêzên serdest ve hatine xêzkirin û statûkoya hatiye avakirin îro bi lez diguhere.
Wekî sed sal berê îro jî Kurdistan di navenda van pêşketin, guherîn û veguhrînan de cih digire.
Statûkoya li ser înkara Kurd û Kurdistanê hatî avakirin perçe perçe hildiweşe û rewşeke polîtîk a nû derdikeve holê.
“Derfeta despêkeke nû heye”
Ev rewş di serî de gelê Kurd ji bo hemû gel, bawerî û çandên herêmê derfeta despêkeke nû dide.
Hêvî ew e ku pergalek hemû pêkhateyên vê axê bi nasname, reng, deng û mafên xwe, bi awayekî wekhev bijîn, bê avakirin.
Lê mixabin hişmendiya nijadperest û yekperest a dewletên herêmê di siyaseta red û înkarê de israr dike.
Rejîma Suriyeyê ku perçeyek pergala li ser înkara gelan hatibû avakirin, piştî şereke navxweyî yê 14 salan di nav du hefteyan de hilweşiya.
Bi hilweşîna rejîma Baasê cardin derkete holê ku tu îktîdar û serweriyên li ser siyaseta red û înkara gel, bawerî û cudahiyan hatiye avakirin, nikare xwe li ser piyan bigire.
Têkçûyîna rejîma Baasê û perçebûna statûkoya li ser hîmê red û înkarê ji bo avakirina pergalek wekhev û demokratîk derfetê dide.
“Divê pergaleke nû bê avakirin”
Divê li Sûriyeyê pergalek hemû gel, bawerî, çand û cudahiyan digire nav xwe bê avakirin.
Ji bo vê pêwistî heye demildest pêvajoyek siyasî bê destpêkirin û çarenûsa Suriyeyê ji hêla hemû pêkhateyên Suriyeyê yên wekî Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermeni, Durzî, Êzidî, Elewî, Nûsayrî û Suniyan ve bê teşekirin.
“Nabe hezek cardîn desthilatdariya xwe li ser beşên din ava bike”
Ji bo Suriyeyeke nû nabe ku ne hêzek hundirîn cardin desthilatdariya xwe li ser beşên din ava bike, ne jî hêzên derveyî polîtîkayên xwe bisepînin.
Dubarekirina polîtîka û rêbazên nijadperest, yekparêz, red û înkarê dê kûrkirina şerrê heyî pêvetir tu encam nede.
Divê hemû hêzên nav neteweyî û dewletên herêmî ji îradeya gel û pêkhateyên li Suriyeyê dijîn re rêzdar bibin.
Ji bo avabûna pergaleke demokratîk hewl bidin û alîkar bibin.
“Hêrî zêde berpirsyarî dikeve ser millê Tirkiyeyê”
Di vî millî de dewletek herî zêde berpirsyarî dikeve ser millê wê, Tirkiye ye.
Lê mixabin kirinên Tirkiyeyê yên çend hefteyên dawiyê dijberî berjewendiyên gelên Tirkiyeyê , gelên Suriyeyê û hem jî gelên herêmê ne.
Ji ber ku pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nekiriye, Tirkiye hewl dide ku polîtîkaya xwe ya red û înkarê li tevahiya herêm û cîhanê belav bike.
Tirkiye ku 14 sal e bênavber êrişî destkeftî û statûya Rojavayê Kurdistanê dike, bi têkçûna rejîma Baasê re lez da êrişên xwe.
“Tirkiye dixwaze Rojava dagir bike”
Tirkiye dixwaze bi tevahî Rojava, Bakur Rojhilatê Suriyeyê dagir bike. Her çiqas bi destê komên çete bê kirin jî ev êriş bi biryar, organîze û alikariya Tirkiyeyê tên meşandin.
Gelê Kurd baş dizane ku ev êriş û hewildanên dagirkirina Rojava encama polîtîkayên red û înkara gelê Kurd a sed salên dawiyê ye.
“Hişmendiya Tirkiyeyê naxwaze Kurd bibin xwedî statû”
Hişmendiya nijadperest a Tirkiyeyê li kû derê bibe bila bibe, naxwaze Kurd bibin xwedî statû û maf.
Polîtîka û kirinên Tirkiyeyê ne li Tirkiyeyê û ne jî Suriye û Îraqê pirsgirêkên heyîn çareser nake, dijminatiya di navbera gelan de kûr dike.
Di vê çarçoveyê de berî her tiştî banga me li gelê Kurd e. Statûkoya li ser tunebûna gelê Kurd hatî avakirin, îro diheje û hildiweşe.
Li dijî hemû êrişan jî gelên Rojava, Bakur Rojhilatê Suriyeyê di pêşengiya jinan de modela jiyana wekhev afirandiye.
Lê dewletên nijadperest û zayendperest dixwazin vê modelê têk bibin û bi rêbazên nû gelê Kurd bêstatû bihêlin û hebûna wî ji holê rakin.
“Êdî tehemûla gelê Kurd nemaye”
Êdî tehemûla gelê Kurd ji bêstatûbûnê re nemaye. Koalîsoyana dewletên li dijî statûya gelê Kurd hilweşiyaye.
Îro herî zêde Tirkiye û hevalbendên wê li dijî statû û mafên gelê kurd derdikeve.
Ji bo wê em sedsalek din bêstatû derbas nakin. Statûya Rojavayê Kurdistanê ji bo me di ser her tiştî re ye.
Roj roja xwedî derketina Rojava û statûya vî perçeyê Kurdistanê ye.
Ji bo vê em bangî hemû gelê Kurd û pêkhateyên wî yên siyasiye ku bi hemû derfetên xwe ji bo misogerkirina statûya rojava bibin yek û hewil bidin.
Banga me ya duyemîn ji bo raya giştî ya navneteweyî ye.
Îro sedemeke bingehîn a kaosa Rojhilata Navîn perçekirina Kurdistanê û bêstatû hiştina gelê Kurd e.
Ligel hemû polîtîkayên tunekirin, êrîş û komkujiyan jî gelê kurd îro wekî hêza îstîkrar û demokrasiyê ya herî bingehîn e.
“Divê mafên gelê Kurd bên naskirin”
Ji bo vehisîna kaosa Rojhilata Navîn divê mafên gelê Kurd bên naskirin. Ji bo vê em wekî partî, sazî û dezgehên kurdan bang li raya giştî ya navweteyî dikin piştgirî bidin Rojavayê Kurdistanê û statûya gelê kurd ya li vir nas bikin û pişgirî bidin.
Ev berpirsyariyek mirovî, exlaqî û wijdanî ye.
Banga me ya dawiyê jî ji bo gelên Tirkiyeyê û desthilatdariya Tirkiyeyê ye.
Statû û mafên gelê Kurd, kêm û qels nekin.
“Hebûna Kurdan zererê nade Tirkan”
Hebûna gelê Kurd hêmanek zererê dide gelê Tirk nîne.
Bi rastî jî ku behsa biratiya hezar salan bê kirin, divê îro Tirkiye êrişî destkeftî û statûya gelê Kurd a li Rojava neke, berovajî vê divê têkilî pêre deyne û piştgirî bide.
Bi vê boneyê em dibêjin roj roja parastina statûya Rojava ye.
Werin em bi hev re Rojava biparêz in.”