Piştî bihakirina pûlan çûn û hatina xelkê kêm bûye
Rûbarok (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdekirina xerciyên derketina derveyî welat herî zêde bandorê li xelkê bajarên ser sînor dike.
Li deriyê sînorî yê Rûbarok-Zêtê yê navbera navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê û navçeya Mêrgesorê ya Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku derbas dibin bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Bi gotina xelkê deverê sedema sereke jî zêdebûna xerciyên derketina derveyî welêt in.
Serokê Şaredariya Rûbarokê jî ku çend roj beriya niha çûbû seredana Hewlêrê û ji rayedarên Hêrêma Kurdistanê xwestibû ku ji bo başkirina rewşa deriyan karên hevbeş bêne zêde kirin.
Serokê şaredariya Rûbarokê heman demê daxwazê ji rayedarên herêma Kurdistanê dike ku di mijara derxistina kartên niştimanî de alikariya welatiyên kurdistanê yên li Rûbarokê dijîn bê kirin.
Li gorî Serokê Şaredariya Rûbarokê, hejmara xelkê ku rojane ji Deriyê Rûbarokê derbas dibe ji 2 hezar kesî daketiye 300 kesî.
“Ev derî dê bibe deriyê xêr û bereketê”
Serokê Şaredariya Rûbarokê Şimal Dînc wiha anî zimên:
Dema ku ev deriyê sînorî hatiye vekirin cenabê Mele Mistefa Barzanî gotibû ‘Ev derî dê bibe deriyê xêr û bereketê’.
Xelkê me jî bi vê hêviyê hate ser rê. Bi rastî salek heta salek û nîv e ev derî ji bo xelkê me bûye deriyê xêr û bereket e.
Gelek kesên hejar debara xwe pê dike. Lê di vê dawiyê de biryarek hate dayîn ku heta 1ê Nîsanê her kesê karta niştimanî nebe nikare bê pûl (bê xerc û bac) derbas bibe, bû sedem ku xelk nikare êdî karekî bike.
Em daxwazeke taybet ji Hikûmeta Herêmê û bi taybet jî îdareya nifûsê dikin ku xelk neyê mexdûrkirin.”
Hikûmeta Tirkiyeyê 1ê vê mehê xerca derbasbûna ji derketina derveyî welêt ji 500 lîreyî derxistibû 710 lîreyî ev jî bû sedem ku bi taybetî jî kesên bi armancên bazirganîya rojane ji Deriyê Rûbarokê derbasî Herêma Kurdistanê dibin kêm bibe.
“Dayika min nikare pûlan bikire”
Welatî Buşra Karaburukê got, “Ez dixwazim otomobîl ji Kurdistanê bên û derbas bibin
Dê karê me hêsantir bibe. Ez dixwazim xerciya pûlan bêne kêmkirin.
Pûlan li ser înternetê bifiroşin kesên xwendin hene dikarin bikirin lê gelek kes li van gundan xwendina wan nîne.
Dayîka min xwendin û nivîsîna wê nîne tê heya derî lê nikare pûlan bikere û neçar dibe vedigere.”
Yek ji pirsgirêkêm deriyê sînorî yê Rûbarokê û Zêtê ku heta niha nehatiye çareserkirin jî nebûna destûra derbasbûna bi otomobîlan e ji ber ku hê jî xelk nikare ji wî deriyî bi otomobîlên xwe derbas bibe.